DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qaydên kursên NÇM dest pê kirin

 
21 Îlon
11:10 2016

STENBOL (DÎHA) - NÇM a Stenbolê dest bi qeydên xwe yên îsal kirin. Qeyd dê heta 30 cotmehê bidome. Solîstê Koma Çiya Genim bang li hemû kesan kir ku li kursan qeydê xwe çêkin û hînî çanda xwe ya rêsen bibin.

Navenda Çanda Mezopotamaya ya Stenbolê (NÇM) ku di sala 1991'an de hate avakirin, ji wê demê heya niha ji bo çand û muzîka kurdî li cihanê bide nasîn xebatan dimeşîne. NÇM'ê wekî her sal îsal jî dest bi qeydê kursan kir. Qeydên ku di 17'ê Îlonê de dest pê kir dê heta 30 Cotmehê bidomin. Yê ku bixwaze dikare qeydê xwe wek dersên şano, erbane, tembûr, gîtar, folklor, keman û hwd. bike. Solîstê Koma Çiya Genim, anî ziman ku ew wek her sal, îsal jî dest bi qaydên xwe kirinê.

'Werin em bi hevrê çanda kurdî nasbikin'

Genim ê ku got ew hem sînemayê, muzîk, şano û dansê kursên atolye vekirine, diyarkir ku ew dixwazin gel, zarok, ciwan û hemû kes werin çanda wan nasbikin û bidin naskirin. Genim anî ziman ku ew ji bo pêşerojê çandêke nû ava dikin û wiha domand: "Em dixwazin hemû kes we çandê hîn bibin. Ji bo çandêkeke şoreşê ji bo me, ji bo gele me ava bikin û we çandê jî bi atolyên xwe hînî wan bikin. Bi wan atolyên kum e vekirin jî em dixwazin kesên ku tên beşdarî atolye me dibin, hîn di ware kurdewarîtiye de pêşvê bibin." Genim diyarkir ku ew dixwazin hem vê çandê bi gel bidin naskirin û hem jî ji wan hin tiştan fehm bikin û wiha got: "Em bi hevre çand û hûnera kurdî bidin nasandin."

'Werin hînî çanda xwe ya rêsen bibin'

Genim, bilev kir ku ew bi vê xebata xwe bingahekî jî ji xwe re ava dikin û wiha bang li hemû kesan kir: "Daxwaze me ew ê ku em wek NÇM dibejîn, gele me, gele demokrat, aşîtîxwaz û hemû kes bila werin tevlî atolyeyê me bibin û hînî çanda xwe ya rêsen bibin."

(sde/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN