DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tê payîn ku birayên Altan sewqî edliyeyê bên kirin

 
21 Îlon
11:01 2016

STENBOL (DÎHA) - Rojnameger û nivîskar Ahmet Altan û Prof. Dr. Mehmet Altan ên ku hatibûn binçavkirin tê payîn ku îro sewqî edliyeyê bên kirin.

Di çarçova lêpirsîna ku li hemberî cemate Gulen li Stenbolê hatibû destpêkirin, 10'ê Îlonê di serdegirtina malan de rojnameger û nivîskar Ahmet Altan û Prof. Dr. Mehmet Altan hatibûn binçavkirin. Tê payîn ku dê birayên Altan sewqî edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê bên kirin.

Parêzerê birayên Altan ku ev 11 rojin dibin çavan de ne Veysel Ok diyar kir ku dê muwekîlên wî îro saet di 13.00'an de dê li edliyeya Çaglayanê îfade bidin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN