Leşkeran li Mûnzûrê welatiyek kuşt
21 Îlon
10:49
2016
DERSIM (DÎHA) - Leşkerên ku li Geliyê Munzurê derketin operasyonê welatiyek qetil kir.
Leşkerên duh li Dêrsimê derketin operasyonê li Giliyê Munzurê li ser dolmîşa welatiyekî gule reşandin. Leşkeran bi hezaran gule li ser dolmîşê reşandin û ajokarê dolmîşê qetil kir. Şahidên bûyerê diyar kirin ku cenaze li tenişta dolmîşê bû û hatibû dirêjkirin. Di heman saetan de li gundê Venkê jî welatiyê bi navê Îrfan Top ji piyê xwe birîndar bû. Top, piştî destûr ji Qereqola Leşkeran a Karşilarê destûr girt, birin Qereqola Halvorî û ji wer jî rakirin Nexweşxaneyê Dewletê. Dermankirina Top a li Nexweşxaneyê didome.
Xizmên ajokarê dolmîşê ji ji bo cenaze bigirin serî li dozgeriyê dan.
(mae)