Lêpirsîn li Nobeta Aştiyê vekirin
EDENE (DÎHA) - Der barê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor ku tev li çalakiya "Nobeta Aştiyê" bû de lêpirsîn hat vekirin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê (ÎHD) di 22'ê Tebaxa 2016'an de bi boneyaaştiyek mayinde bê avakirin "Nobeta Aştiyê" pêk anî. Ji ber axaftina Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Îlhan Ongor bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn hat vekirin. Piştî biryara Serdozgerê komarê yê Edeneyê, di 20'ê Îlonê de gazî Ongor kirin û li şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsana Edeneyê îfadeya wî hat girtin.
Daxwaza aştiyê ne sûc e
Ongor, bertek nîşanî lêpirsînê da û diyar kir ku wan ji bo daxwaza aştiyê "Nobeta Aştiyê" girtiye û daxwaza aştiyê ne sûc e. Ongor, anî ziman ku ji ber navê PKK û Abdullah Ocalan aniye ziman der barê wî de lêpirsîn hatiye vekirin û wiha got: "Me duh ji bo aştiyê daxwazên xwe anîn ziman em dê sibê jî di van daxwazên xwe de israr ikin."
(mae)