'Ez zarokên xwe naşînim dibistanê'
MERSÎN (DÎHA) - Malbatên xwendekaran ji ber di hefteya yekemîn a dibistanê de 'çalakiyên darbeyê' tên lidarxistin bertekên xwe anîn ziman. Yelîz Atabey Urkan diyar kir ku ew zarokên xwe hefteyekê naşîne dibistanê û ew dixwazin nifşekê ku mirina mirovan na xwazin mezin bikin.
Sala 2016-2017 a perwerdeyê ku bi zehmetî destpê kir, bertekên li hemberî di hefteya destpêkê ya dibistanê de vegotina darbeya 15'ê Tirmehê û çalakiyên ji bo wê zêde dibin. Derûnînasa Navenda Jinan a ÎŞTAR'ê Fahriye Cengîz der barê belavokên darbeyê û çalakiyên ji bo darbeyê de axivî. Cengîz da zanîn ku zarok bi gotinên "şehîd, bihuşt û dojeh" tên tirsandin ev yek nayê qebûl kirin, ev gotinên îdolojîkin û zarok ji van gotinan fam nakin tenê ji ber ku mecbûr dimînin dibêjin.
Cengîz anî ziman ku li ser zarokan kirinên wekî 'tiştê ku tu nişanî û wate nadiyê ez dixwazim' tên ferzkirin, bi vê tê xwestin ku nifşekê li hemberî otorîteriyê û îktidarê serî bitewîne û tiştekê lêpirsîn neke bê afirandin. Cengîz destnîşan kir ku tê hedefkirin ku nifşekê girêdayî îktîdarê û di bin emrê wê de amade bê afirandin û wiha got: "Li aliyê din tiştên ku fêrî zarokan dikin dibe sedem ku zarok bitirsin. Dema zarok ditirsin gelek rewşên cûda derdikevin holê ji ber wê ger zarok bên tirsandin dê nexwezin biçin dibistanan."
'Ez zarokên xwe naşînim dibistanê'
Yelîz Aktepe Urkan bi lêv kir ku ew ji ber çalakiyên ji bo darbeyên ku hefteyekê tên lidarxistin dê zarokên xwe neşîne dibistanê û wiha pêde çû: "Ez naxwazim zarokên min bi vî awayî bikin amrûn siyasetê. Ez dixwazim zarokên min ji jiyanê hez bikin. Divê zarokên bi têgehên wekhevî, demokrasî û laîktî mezin bibe."
Urkan da xuyakirin ku pergala perwerdehiyê bi pirsgirêke û wiha axivî: "Ez naxwazim zarokên min hefteyekê rastî gotinên 'Te bi xwîna ya pak ev ax avdaye, bi şahadeta de ev destan tê jiyîn...' bên. Ez dixwazim bibe kesekî zanyar. Ez dixwazim nifşekê ku mirina mirovan na xwaze mezin bikim. Ji ber dûrxistina mamosteyan zarokên me bi awayekî kêm dest bi dibistanê kirin. Ez naxwazim zarokên min rastî çalakiyên îdolojîk bê."
(mb)