Ev der ne şaredarî qereqol e!
ABDULLAH KAYA
AGIRÎ (DÎHA) - Şaredariya Giyadînê ya ku bi rêya qeyûmê hat dagirkirin, bi rojan e polîsan dagir kiriye. Şaredarî bi maşînên zirxî hatiye dorpêçkirin, al di şibekeyen wê de hatiye daliqandin û şaredarî wekî qereqolê bi kar tînin.
Di 11'ê Îlonê de Şaredariya navçeya Diyadînê ya Agiriyê bi rêya qeyûmê hat dagirkirin ji wê rojê vir ve ji hêla qaymeqam Mekan Çevîren ve tê bi rêve birin. Çevîren di şibekeyan de alên dewleta tirk, li ser derî wêneyê Ataturk û li ber derî jî TOMA daye rawesandin. Bi van pêkanînan şaredariya gel wekî qereqol hatiye dagirkirin.
Tabelayên bi kurdî parçe kirin
Tabelayên ji hêla rêvberên DBP'ê ve li ber odeyan hatibûn daliqandin, ji hêla rêveberiya qeyûmê ve hatin parçekirin, hema bêje tu welatî nikare bikeve şaredariyê, rojnamegerên dikevin hundur jî dîmen û wêneyên ku bên kişandin jî ji hêla polîsan ve tê asteng kirin.
‘Zilmê li gel dikin’
Welatiyê bi navê Nusret Çîftçî aşkera kir ku bi rojan e ji ber dagirkeriya polîsan nikarin bikevin şaredariyê û bertekên xwe wiha anî ziman: "Bi panzêren her der hatiye girtin, zilmê li gel dikin. Em qeyûmê nas nakin, em vîna xwe dixwazin."
Mecît Ozdemîr jî got "Em vîna xwe dixwazin, heke bi dengê gel hatibe divê bi dengê gel biçin. Em vê zilmê qebûl nakin." Endamê Meclisa Giştî yê bajêr Yavuz Zorbay jî da zanî dê kes nikarine vîna vî gelî bişkîne.
Mehmet Aydemîr jî bi lêv kir ku gelê kurd vîna xwe teslîmî kesî nake û anî ziman ku "Em şerefa xwe teslîmî tu kesî nakin. Ji ber ku vîna me şerefa me ye."
Mehmet Çîftçî jî destnîşan kir ku ew qeyûmê nas nakin, wan hilbijartiye ew dikarin ji peywîrê bavêjin.
(ms)