Girtiya birîndar Çapraz terkî mirinê hatiye kirin!

ÎZMIR (DÎHA) - Serokwekîla Meclisa Giştî ya Bajêr a DBP'a Colemêrgê Sîbel Çapraz hêj tedawiya wê berdewam dikir hat girtin. Hevseroka TUHAD-FED'a Îzmirê parêzer Seda Tanrikulu aşkera kir ku Çapraz terkî mirinê hatiye kirin.
Serokwekîla Meclisa Giştî ya Bajêr a DBP'a Colemêrgê Sîbel Çapraz, di 27'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di êrîşa maşîna zirxî de bi granî birîndar bibû, 15 caran hatibû amelyatkirin di 3'yê Adarê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê di şertên ne guncav de tê ragirtin.
Çapraz a bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" û "Gel taxrîkî kîn û nefretê kiriye" tê girin, di 19'ê Îlonê de Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştgiriya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAD-FED) a Îzmirê parêzer Seda Tanrikulu pêre hevdîtin kir. Tanrikulu da zanîn di xarinên li girtîgehê de kêzik û pirç derdikeve, ji ber wê Çapraz nikare xarinê bixwe.
Tanrikulu aşkera kir ku hêj roviyên Çapraz li derve di tûrikekî de tê parastin, her dem divê xarinên bi avî bixwe, lê ji ber ku xarinên li girtîgehê nikar bixwe, tenê bi penêr û nan debara xwe dike û ev jî bandoreke neyînî li ser Çapraz dike.
Tanrikulu anî ziman ev 15 roj e bûtona bang lezgîn a odeya Çapraz xirabe ye, lê dema pêwîstiyên wê bi tiştekî çê be, heta ber derî xwe bi erdê re kaş dike û bangî gardiyanan dike. Tanrikulu dîsa hişyariya, "Heke dermankirineke xelet bê kirin dibe seqet jî bimîne" kir û bang li Midûrê Giştî yê Girtîgehê kir û jê xwest cidî tevbigere.
(ms)