DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mamosteyek cara 2'emîn ji kar hat dûrxistin

 
21 Îlon
09:06 2016

ENQERE (DÎHA) - Lokman Akilçagi yê 12 sal e Mamosteyê Zanyariya Civakî dike û endamê Egîtîm Senê ye, ji xwe ji peywîrê hatibû girtin, piştî hewldana derbeyê cara duyemîn ji peywîrê hat girtin.

Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hikûmeta AKP'ê li dijî beşên civakê pêla girtin û ji peywîrê girtinê da dest pê kirin. Ji vê pêla girtinê herî zêde mamosteyên kurd nesîbê xwe girtin, bi hezaran mamoste ji peywîrê hatin dûrxistin. Piştî mamosteyê ji Bedlîsê Lokman Akilçagi yê endamê Egîtîm Senê ji peywîrê hat girtin, diyar bû ku meseleya AKP'ê ne derbe ye.

Akilçagi ev 12 sal e Mamosteyê Zanyariyên Civakî ye, ji ber nasnameya xweya muxalîfiyê demên borî bi hevjîna xwe re bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 4 mehan di girtîgehê de maye. Hevjîna wî jî bi "şertê kontrola edlî" hatiye berdan.

Piştî sûcdariyên der barê Akilçagi de tên betal kirin, ji girtîgehê derdikeve û vedigere peywîra xwe. Lê îdareya dibistanê hem wî û hem jî hevjîna wî sirgûnî Kastanonuyê dike.

Akilçagi piştî sirgûnê bi hevjîna xwe re dest bi karên xwe dikin, di 29'ê Qanûna 2015'an de ji bo komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar bikin, rojekî dest ji kar berdidin, hin mamosteyên AKP'ê giliyên wan dikin û ji hêla rêveberiya dibistanê ve ji peywîrê tên dûrxistin. Akinçagi di meha çileyê de ji peywîrê tê girtin, ev 10 meh e bê kar e.

Akilçagi yê bi awayekî dijqanûnî ji kar hatibû girtin, cara duyemûn dîsa ji kar hat girtin. Akilçagi piştrast kir ku ew wekî mamosteyên kurd bê alternatîf nînin û ev tişt got: "Ji xwe gelê kurd saziyên xwe ava kirine, dê perwerdeya xweya gelerî di binê her şertî de bidin meşandin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN