'Mafê zimanê dayikê mafekî nayê nîqaş kirin e'
ÎZMIR (DÎHA) - Kedkar û pisporên perwerdeyê, bal kişandin ser nêzikatiya dewleta tirk a li dijî perwerdeyê û aşkera kir ku ev bi rêgezên gerdûnî û hiqûqê re tu eleqeya xwe tune û hat gotin mafê perwerdeyê nayê nîqaşkirin.
Serdema perwredeya 2016-2017'an îsal jî li Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar û îmhayê dest pê kir. Serokê Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sena Îzmirê Hasan Alî Kiliç, diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê gelekî girîng e û piştrast kir ku ew perwerdeya bê pere diparêzin.
Kiliç peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê jî îmzeya xwe avîtiye binî jî bi bîr xist û ev tişt got: "Êdî her kes jî qebûl dike ku perwredeya bi zimanê dayikê mafekî nayê nîqaş kirin e. Ji derveyî me û çend welatên cuda, êdî mafê zimanê dayikê ji hêla herkesî ve tê qebûl kirin."
Perwerdeya zimanê dayikê parastin bûn hedef
Kiliç aşkera kir ku sedemeke êrîşên li dijî endamên Egîtîm Senê jî ew e ji ber ku mafê zimanê dayikê diparêzin û wiha pêde çû: "Em wekî Egîtîm Sen perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin. Yanî zimanên wekî kurdî, erebî, suryanî, çerkezî û hwd. dibe. Kîjan civak bixwaze dikare bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibîne. Tişta dikeve ser milê dewletê divê derfeta biafirîne."
'Mirov bi zimanê xwe heye'
Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER'a Îzmirê Yildiz Yildirim jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qasî 20 milyon kurd dijîn, da zanîn heke zarokek kesayeta wî saz bibe divê bi ziman û çanda xwe bê mezin kirin û ev tişt anî ziman: "Zarok ji malbat û derûdora xwe yekbûneke çandî digire. Dîsa mirov bi zimanê dayika xwe li ser xwe disekine."
Kiliç da zanîn ew di bin banê KURDÎ-DER'ê de perwerdeyê jî didin û banga li malbatan kir zarên xwe bi zimanê kurdî perwerdeyê bikin.
'Tirkiye mafan bin pê dike'
Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê Denîz Bayrak jî bi lêv kir ku ew bi eslê xwe laz e û ew jî mafê perwerdeya zimanê dayikê diparêze û wiha axivî: "Perwerdeya ziman mafekî mirovî ye. Di serî de daxwaza gelê kurd û hemû gelên din divê bê pêşwazî kirin. Tirkiye bi vê yekê hiqûqa navneteweyî binpê dike."
(ms)