DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dora perwerdeyê ya JOH û POH'an e!

 
21 Îlon
09:02 2016

ENQERE (DÎHA) - Hêzên dewletê piştî li bajarên kurdistanê dibistanên herêmê dagirkirin, li ser texteyên nivîsê, nivîsên wekî "Dora perwerdeyê ya me ye" ji hêla JOH û POH'an ve hat nivîsin. Bi van nivîsan jî polîtîkaya AKP'ê ya li dijî gelê kurd diyar bû.

Êrîşên li dijî bajarên kurdan ya yekemîn di tebaxa 2015'an de, pêla êrîşa duyemîn di 14'ê Qanûna 2015'an de xistin dewrê, niha jî aliyê wê yî derûnî û siyasî di dewrê de ye. Bajarên kurdan ên bi tang û topan hatin rûxandin, hikûmet dîsa dixwaze bi polîtîkaya zorê polîtîkaya xwe li ser herêmên cuda bide ferz kirin. Piştî êrîşên qirkirinê, niha jî vîna gelê kurd gasp dikin û bi qeyûman dagir dikin.

Ew dê perwredeyê dewam bikin!

Êrîşên bi dûrxistina 10 hezar perwrdevanên kurd ên di 14'ê Qanûna 2015'an de dest pê kir, bi nivîsên nijadperest ên ji hêla "Esedullah, Tevgera Cendirmeyên Taybet (JOH) û Tevgera Polîsên Taybet (POH)" ve hatin nivîsîn re bû polîtîkayeke dewletê. Her çendî wê demê ev nivîs "Dora perwerdeyê ya me ye" ji hêla hêzên dewletê ve wekî dirûşmekî dihatin nivîsîn, îro diyar bû ku dê ji hêla AKP'ê ve li dijî mamosteyên kurd bikeve dewrê û dê bi 10 hezaran mamoste ji kar bên avêtin.

Hêzên bê çek ên AKP'ê li ser kar in

Êrîşên li dijî mamosteyên li herêmê bi peyamên bi riya telofonê hatibûn şandin, hêj wê demê sinyala êrîşa li dijî mamosteyan dida. Berî êrîşên di 14'ê Qanûna destpê bikin, di 13'ê Qanûnê de bi rêya SMS'ê ji hemû mamosteyan re peyam hatibûn şandin û ji wan hatibû xwestin ji bajaran derkevin. Piştî ev dibistanên li van bajaran ji hêla endamên Egîtîm Senê ve hatin valakirin, li cihên wan JOH û POH hatin bicihkirin. Lê îro piştî bi hezaran mamosteyên Egîtîm Senê ji kar hatin avêtin, li cihên wan mamosteyên AKP'ê yên bê çek hatin bicihkirin.

AKP gotî pişaftin û bê perwerdeyî gotin e

Bi êrîşên AKP'ê yên 14'ê Qanûna 2015'an re nêzî 300 hezar xwendekar ji perwerdeyê mehrûm man û hatin mexdûrkirin. Di rojên dawî de piştî perwredeyên li dibistanan dest pê kir, ji kurdan re tê gotin "An hûnê bê perwrde bimînin, an jî hûnê perwerdeya AKP'ê qebûl bikin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN