DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Têkoşîna 600 hefte ye bênavber didome - DOSYA 2

 
21 Îlon
09:01 2016

Di dîroka windayan de navên sembol

NECLA DEMÎR / ZUHAL ATLAN

STENBOL (DÎHA) - Qada Galatasarayê ku aqûbeta Hasan Ocak, Cemîl Kirbayir, Fehmî Tosun, Ridvan Karakoç û yên hezaran hate pirsîn bû navnîşana xizmên windayan û li qadê rû biguherin jî têkoşînê nifş bi nifş berdewam kir. Emîne Ocak a ku salên xwe bi salan li qadê ji lêgerîna edaletê derbas kir, Masîde Ocak a li qadê mezin bû, Hanim Tosun a zarokên xwe li qadê mezin kir û Mîkaîl Kirbayir ê ku birayê xwe Cemîl Kirbayir geriya bû rûyên nas ên çalakiyên Dayikên Şemiyê.

Cemîl Kirbayir, Fehmî Tosun, Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Hayrettîn Eren û yêk din... Ev nav piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an di encama polîtîkaya "di bin çavan de windakirinê" ve hatin windakirin. Têkoşîna malbatên wan kesan daye destpêkirin jî di merhaleya îroyîn de rûye dewletê ya şîdetê û qatlîamê nîşan dide.

Yek ji windayên ewil ên 12'ê Îlonê. Cemîl Kirbayir

Cemîl Kİrbayîr ê ku piştî 12'ê Îlona 1980'an ji mala xwe hate binçavkirin yek ji navên ku Dayikên Şemiyê di têkoşîna xwe de dixwazin bibînin e. Kirbayir ê ku ji yekem windahiyên darbeyê ye birin Enstituya Perwerdehiyê ya Ded Korkut û li vir îşkenceyê hate qetilkirin. Têkoşîna malbata wî ya ku piştî serî li rayedaran da û bersiva "Cemîl Kİrbayir di bin çavan de fîrar kir, wî careke din ji me nepirsin" girtin 36 sal in berdewam dike. Şahidên bûyerê ku gotin Kirbayir di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye lê ligel vê yekê jî her carê dema di navbera Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir, Serokomariyê de hat û çû bersiva "fîr kiriye" dan malbatê.

Têkoşîna windayan bi Hasan Ocak ve dest pê kir

Yek ji windayê ku bû sedema destpêkirina têkoşîna Dayikên Şemiyê jî Hasan Ocak e. Ocak di 21'ê Adara 1995'an de li taxa Gazî ya Stenbolê dema ku bûyerên Gaziyê dest pê kir hate binçavkirin. Ji ber ku ji Ocak agahî negirtin malbat, heval û parazvanên mafên mirovan li Tirkiye û Ewropayê bersiva pirsa "Hasan Ocak li kû ye" bi hemû cureyên çalakiyê ku greva birçîbûnê jî di nav de geriyan. Malbat ji bo kurê xwe bibîne 58 rojan serî li hemî derê da. Dayik Emîne Ocak her ku pirsa kurê xwe kir rastî lêdanê hat, hat binçavkirin, hat girtin. Dewletê 58 rojan bersiva "li cem me nîne" da.

Serlêdanên sûc bêencam man

Piştî ku cenazeyê Ocak li gundê Dedeler a Beykozê hati dîtin, cendirme hat agahdarkirin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Beykozê hat dayîn, şopên tiliyan hat girtin, wêne hat kişandin, nimûneyên xwînê hatin girtin. Lê bi van nasnema nehat tespîtkirin. Malbata Ocak di qeydên Saziya Tiba Edlî de di 15'ê gulana 1995'an de Hasan Ocak teşhîs kir. Di rapora otopsiyê de jî derket holê ku Ocak hatiye xeniqandin. Serlêdanên malbatê bêencam ma û kiryar nehatin dîtin.

Di encama serlîdanên Emîne Ocakê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber ku Tirkiyeyê mafê jiyanê bin pê kiriye di 2004'an de mehkumî tazmînatê kir. Dîsa di biryara DMME'yê de hat gotin ku lêpirseneke berfireh nehatiye meşandin.

Cenazeyê Ocak piştî ku hate wergitin li Goristana Gaziyê hate definkirin. Têkoşîna malbata Ocak hê jî didome.


Fehmî Tosun ê li Stenbolê bi Renaulta spî hate windakirin

Yek jî navên ku bû sedema destpêkirina têkoşîna windayan jî Fehmî Tosun bû. Fehmî Tosun ê di 1991'an de li gundê Çavangur a Licê hate binçavkirin û piştî k ji girtîgehê derket bi malbata xwe ve koçî Stenbolê kir li Avcilarê bi cih bû. Fehmî Tosun di 19'ê Ekîma 1995'an de li ber mala xwe bi Renaulta spî ve hate binçavkirin û careke din jê agahî nehat wergirtin. Hevsera wî, Hanim Tosun ji bo ku kiryar bên dîtin bi salan e têkoşînê dide.

DMME'yê xwest doz ji qeydê bikeve

Ji bo kiryar bên dîtin pêvajoya hiqûqê hate destpêkirin lê ji ber ku encame nehat girtin Hanim Tosunê 8'ê nîsana 1996'an de serî li DMME'yê da. DMME'yê di 6'ê Mijdara 2003'yan de biryar da ku doz ji qeydê bê derxistin.

Ji bo Ridvan Karakoç jî her tim bersiva 'li cem nîne' hat dayîn

Ridvan Karakoç ê ku di xebatên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê de cih digirt di hedefa polîsan de bû. Ji ber ku hedef bû nediçû mala xwe û bi riya wekaleta ku dabû parezêra ÎHD'ê Eren Keskîn têkîlî datînî. Ev têkîlî di 15'ê sibata 1995'an de qut bû. Piştî ku têkîlî qut bû serdegirtinên mala wî jî bi dawî bû, li malê dorpêça polîsan rabû. Malbatê serî li her derê da û her carê ji bo wî jî bersiva "li cem me nîne" hat dayîn.

Malbata Ocak a ku li kurê xwe digeriyan bi tesadufî di nava dozyayên li Dozgeriya Beykozê de wêneyê Ridvan Karakoç ê îşkence dîtiye û miriye dît. Derket holê ku cenazeyê Karakoç di 2'yê adara 1995'an de avêtine daristana Beykozê, di dema muayena miriyan de wêneyê wî hatine kişandin, şopên tiliyên wî hatiye girtin di 26'ê adara 1995'an de jî teslîlê Saziya Tiba Edlî hatiye kirin. Ligel vê yekê jî dozgeriyê cenazeyê Karakoç li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê defin kir. Malbatê di 3'ê Hezîrana 1995'an de xwe gihand gora Karakoç û ji wir derxist û li Goristana Gaziyê hate definkirin.

Di encaka têkoşîna hiqûqê ya ku malbatê da de encamek derket. Dema ku Karakoç hate windakirin Mehmet Agar Midûrê Giştî yê Emniyetê, Tansu Çîller Serokwezîr û Suleyman Demîrel jî Serokomar bû.

Têkoşîna ku dayikan di 1995'an de dan destpêkirin xizmên windayan ên ku 21 sal in li qadê ne vegotin.

'Feraseta 12'ê Îlonê di hemû qadên jiyanê de ne'

Piştî ku dayika Berfo Kirbayir jiyana xwe ji dest da, kurê wê Mîkaîl Kirbayir têkoşîna wê û daxwaza wê ya edaletê berdewam kir. Kirbayir anî ziman ku 21 sal in di têkoşîna ku li Qada Galatasarayê didin de gelek gav avêtinê lê dîsa ewqas jî kêm sedema vê yekê jî berdewamkirina feraseta 12'ê îlonê ye.

Kribayir bilêv kir ku kujer piştî darbeyê ji aliyê hemû îxtidaran ve hatin parastin ligel ku DMME'yê Tirkiye mehkum kir jî tu tişt nehatiye kirin. Kirbayir wiha got: "Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe ya maf û demokrasiyê bidomînin û dev jê bernedin. Dema ku me dest bi vî têkoşînê kin me got em hejmara Dayikên Şemiyê kêm bikin em bi vî şîarê derketin rê, me got bila tiştê ku hate serê me bila neyê serê kesên din. Lê îro bombê davêjin mala mirovan, bi miriyên xwe ve mecbûr dimînin li heman malê bimînin."

Ji bo hefteya 600'emîn banga piştgiriyê

Kirbayir herî dawî bang li hemû kesan kir û xwest di hefteya 600'emîn de xwedî li têkoşîna mafdar a Dayikên Şemiyê derkevin û wiha got: "Serdestiya hiqûqê ji bo hemû kesan lazim e. Mafên mirovan û azadî ji kesekî bigirin ji bo hemû civakê ye ev ji bo hemû kesan pirsgirêkeke esasî ye. Ez bang li hemû kesan dikim ku xwedî li pirsgirêka xwe derkevin."

Dayiyeke Şemiyê ya ku bi zarokên xwe re têdikoşe: Hanim Tosun

Hanim Tosun yek ji Dayikên Şemiyê ku bi 5 zarokên xwe ve piştî hevserê xwe têdikoşe. Tosun diyar kir ku ji dest pêkê ve bi zanebûa havserê wê ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin tevgeriyaye û li ser pirsa "di jiyana wê de çi guherî" bersiva "21 sal in li Qada Galatasarayê tiştên ku dijî" da.

Tosun anî ziman ku bi salan e her tim çîroka windayekî parve dikin û wiha axivî: "Xizmên windayan birînekî xwîn jê diçe ye. Tu caran baş nabe. Dayik li wir diaxivin lê hin ji wan xwîşkên xwe, hin ji wan li dayika xwe, hin ji wan bavê xwe digerin. Em nifşên sêyemîn in. Dema ku ez li windayê xwe digeriyan keça min biçûk bû, niha meniz bû, neviyê min mezin bû. Şanê xizmê windayan çûyîna li ser gorekî tuneye."

Tosun bilêv kir ku di têkoşîna ku bi salan e dide de arnamca wê êdî kesek neyê windakirin e û li Qada Galatasarayê tu hedê lêdan û gaza ku xweriyê tuneye, dîsa li nezaretxaneya TAksîmê copên ku xwariye hejmara wî tuneye. Tosun anî ziman ku ji ber Dayikên Şemiyê dev ji têkoşîna xwe bernedane heta îro hatine, di 1996-1998'an de rastî êrîşên dijwar hatine.

Tosun destnîşan kir ku wateya Qada Galatasarayê heye û li wir bi dehan bîranîn hiştine û wiha got: "Dibe ku me winda kir lê me gelek tişt bi dest xist. di 95-96'an de heke wan dayikan lêdana copan nexwaribûna dê gelek kes bihatana windakirin. Ji ber vê yekê me lêdan xwar lê em di warê wijdanê de rehet in. Li wir me gelek zehmetî kişand lê me dîsa jî li ber xwe da. Ji ber ku mirovahî bi serdiket. Dibe ku me winda kir lê mirovahiyê qezenc kir. Em dizanin jiyana mirovakî çiqas girîng e. Her lêdana ku min xwar ji bo zarokek bêbav nemîne bû."

Li Qadê rûyeke nas: Masîde Ocak

Piştî bavê Hasan Ocak, Baba Ocak û dayika wî Emîne Ocak xwîşk û birayên wî Alî û Masîde Ocakê bûn rûyên nas ên çalakiya Dayikên Şemiyê. ME Masîde Ocak dema ku ji bo hefteya 600'emîn bangawaziyê bike amadekarî dikir dît. Ocak got ku diyar kir ku li qada ku bi dayika xwe ve diçî niha zaroka xwe mezin dike.

Ocak bilêv kir ku roja ku hîn bûne Hasan Ocak hatiye windakirin pê ve têdikoşin û wiha axivî: "Em xizmên windayên ku gora xwe dîtin bûn. Piştî 58 rojan me canazeyê Hasan Ocak li Goristana Bêkesan dît. Wê demê dayika min hate girtin. Dema ku em rûniştin 4 xizmên windayan bûn. Hêrî zêde 30 kes bûn lê me dizanibû ku li vî welatî gelet kesên di bin çavan de ahtine windakirin hene. Demeke dirêj em li ÎHD'ê di greva birçîbûnê de bûn. Şahidê serlêdanan bûn. ji adara 94'an heta adara 95'an tenê 394 kesan serî li ÎHD'ê dan. Me xwest ku Hasan bibe windayê dawî. Ji bo vê em derketin rê. Me cenazeyê Hasan dît lê hesabê ku em ji yên windakirin hebû."

Ocak anî ziman ku ligel êrîşên ku di 1995-1998'an zêde bûn jî wan li ber xwe dane û her hefte di çalakiyê de hatine binçavkirin hê birînên wan baş nedibû cadeke din dihatin binçavkirin. Ocak wiha pêde çû: "Em komek mirov bûn lê vî çalakiyê polîtîkaya dewletê ya windayan teşhîr kir. êdî di bin çavan de mirov nedihatin windakirin. Dema ku me di hefteya 200'emîn de biryara navberê da wê salê tenê 9 kes di bin çavan de hatin windakirin. Ev ji bo me gelek girîng bû."

Ocak destnîşan kir ku 600 hefte ye ji bo xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin li Galatasaarayê ne û wiha axivî: "Dema ku li Qada Galatasarayê dest pê kir ez 19 salî bûm. Em bi hevre diçûn. 21 sali ni li wî qarê me. Êdî dayika min ji ber ku nexweş e nikare bê ez niha li wir zaroka xwe mezin dikim. Nifşê sêyemîn al ji nifşê yekemîn wergirt. Ji bo ku ev nifşê sêyemîn tiştên ku em dijîn nejîn pêwistiya me bi dengê mirovan heye."

Ocak diyar kir ku gelek mirovên şemiyê yên li qadê rûdiniştin winda kirine lê ji wan hînî gelek tiştan bûne û wiha got: "Em sebrê ji Kîrazê hîn bûn. Hêvî ji bavê xwe hîn bûn, ji piştevanên me hîn bûn, Bi serde çûyîna êşan hîn bûn. Li cihê ku hemû kes xwedî li Dayikên Şemiyê derkevin em ê jî bikaribin windayê xwe bibînin. Wekî ku li Arjantînê em ê bikaribin ji kujeran hesab bipirsin."

Ocak herî dawî anî ziman ku ew ê di hefteya 600'emîn de li Galatasarayê bin û gotina xwe wiha bi dawî kir: "Divê neyê ji bîrkirin ku, em jî ji bo ku nedin jibîrkirin bêhtir bikaribin têbikoşin."

Sibê: Yên ku temenê wan têrê nekîr ku li xizmên xwe bigerin

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN