DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

21 Îlon
09:00 2016

* Qada Galatasarayê ku aqûbeta Hasan Ocak, Cemîl Kirbayir, Fehmî Tosun, Ridvan Karakoç û yên hezaran hate pirsîn bû navnîşana xizmên windayan û li qadê rû biguherin jî têkoşînê nifş bi nifş berdewam kir. Emîne Ocak a ku salên xwe bi salan li qadê ji lêgerîna edaletê derbas kir, Masîde Ocak a li qadê mezin bû, Hanim Tosun a zarokên xwe li qadê mezin kir û Mîkaîl Kirbayir ê ku birayê xwe Cemîl Kirbayir geriya bû rûyên nas ên çalakiyên Dayikên Şemiyê. (DOSYA 2)

* Kedkar û pisporên perwerdeyê, bal kişandin ser nêzikatiya dewleta tirk a li dijî perwerdeyê û aşkera kir ku ev bi rêgezên gerdûnî û hiqûqê re tu eleqeya xwe tune û hat gotin mafê perwerdeyê nayê nîqaşkirin.

* Lokman Akilçagi yê 12 sal e Mamosteyê Zanyariya Civakî dike û endamê Egîtîm Senê ye, ji xwe ji peywîrê hatibû girtin, piştî hewldana derbeyê cara duyemîn ji peywîrê hat girtin.

* Serokwekîla Meclisa Giştî ya Bajêr a DBP'a Colemêrgê Sîbel Çapraz hêj tedawiya wê berdewam dikir hat girtin. Hevseroka TUHAD-FED'a Îzmirê parêzer Seda Tanrikulu aşkera kir ku Çapraz terkî mirinê hatiye kirin.

* Şaredariya Giyadînê ya ku bi rêya qeyûmê hat dagirkirin, bi rojan e polîsan dagir kiriye. Şaredarî bi maşînên zirxî hatiye dorpêçkirin, al di şibekeyen wê de hatiye daliqandin û şaredarî wekî qereqolê bi kar tînin.

* Gula li taxa Pîmeyrem a navçeya Qelqeliyê, hêj goleke piçûk bû piştî ava berfê heliya mezin bû, bi salan e gelê herêmê masiyan ji golê digire.

* Doza sereka ya KCK'a Amedê ku di sala 2009'an de dest pê kiribû û di nav de Hevserokê KCK'ê Hatîp Dîcle jî di nav de dê doza 161 siyasetmedarên kurd di rûniştina 62'emîn de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de bê dîtin. (10.00)

* Hêzên dewletê piştî li bajarên kurdistanê dibistanên herêmê dagirkirin, li ser texteyên nivîsê, nivîsên wekî "Dora perwerdeyê ya me ye" ji hêla JOH û POH'an ve hat nivîsin. Bi van nivîsan jî polîtîkaya AKP'ê ya li dijî gelê kurd diyar bû.

* Dê îro li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina şahidên qetilkirina zanyarê kurd Musa Anter ê ji hêla JÎTEM'ê ve di 20'ê Îlona 1990'î de hatibû qetilkirin bê dîtin. (11.00)

* Dê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê û endamên KJA'yê de ji bo şermezarkirina qeyûmê û êrîşên li dijî siyasetmedarên kurd li ber Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. (11.00) BI DÎMEN E

* Dê li Wanê di pêşengtiya KURDÎ-DER, KCD, HDK, HDP û Egîtîm Senê de li Navenda Çanda Nûda daxuyanî bê dayîn. (12.00) BI DÎMEN E

* Mamosteyên ji hêla Midûryeta Perwerdeya Mîllî ve ji peywîrê hatin dûrxistin, dê îro li Wanê bi hev re daxwaznameyên itirazê bidin. (13.00) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* Dê bi beşdariya Wekîla HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Wekîla Rihayê Dîlek Ocalan û Wekîla Colemêrgê Selma Irmak li Navenda Giştî ya HDP'ê der barê geşedanan de daxuyaniyê bidin. (11.00) BI DÎMEN E

* Dê bi beşdariya Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîtîg li naçeya Akdenîzê ya Mêrsînê hevdîtina bi gel re bê lidarxistin. (17.30) BI DÎMEN E

JIN

* Berhemên li navçeya Pulurê di bin banê EKO-JIN'ê de tên afirandin, hem hevrejiyana jiyan saz dike û hem jî berhemên ku ji hêla jinan ve tên afirandin dibe bingeha aboriya wan.

ÇAND Û HUNER

* Qûrsên Konseya Bajar ya Amedê yên tembûr, erbane û perwerdehiya zimanê kurdî û dimilkî dest pê kir. Dê serlêdanên qûrsan heta dawiya mehê bên qebûl kirin.

EKOLOJÎ

* Berxwedêra Cerattepeyê ya li dijî madenê de bi granî birîndar bibû Zeyno Bayramoglu, da zanîn heke dadgeh biryara xweya betal kirinê biguhere, ew dê bi berxwedaneke hêj mezintir vegerin.








ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN