Aslan: Gel em hilbijartine û em ê xebatên xwe bidomînin

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat dûrxistin diyar kir ku gel ew hilbijartine û ew hatibin dûrxistin jî dê xebatên xwe berdewam bikin.
Hevşaredarê navçeya Hezexa Şirnexê Mehmet Muhdî Aslan ê ku îro ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi hinceta lêpirsîn der barê wan de hatiye ji peywirê hat dûrxistin bertek nîşanî biryarê da û got ku gelê Hezexê bi rêjeyek sedê 84 ew ji bo 4 salan hilbijartine û di çi şert û mercan de be ew dê xebatên xwe berdewam bikin.
Aslan lêkolînên rayedarên dewletê yên li ser şaredariyan bi bîr xist û axafina xwe wiha berdewam kir: "Roja em hatîn ser kar heya niha 4 mufetîşên wan hatine û lêkolîn kirine. Di van lêkolînan de biryara hewceyî lêpirsînê tuneye dane. Piştî ku Wezîrê Karên Hundir hat guhertin û bi qeyûmê şaredarî desteser kirin, der barê me de jî biryarek wiha dane."
Aslan da zanîn ku gel ew ji bo xizmetê hilbijartine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê me ev peywir daye û em ji bo xizmeta xwe hilbijartine. Ji bo me cih an jî mekan ne muhin e. Bi çi awabî be em dê xebatên xwe berdewam bikin. Niha hevşaredara me Nevîn jî girtiye û em vê yekê qebûl nakin."
Aslan herî dawî got ku ew dê ji bo biryara hatiye dayîn paşde were kişandin têkoşînê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em dê serî li her rêyên hiqûqê û çareseriyê bidin. Ev biryara dûrxistinê ye. Em hêvî dikin ku yên ketine vê şaşiyê demek kin jê vegerin."
(kom/no/ms)