Cenazeyê şervanê YPS'ê li Nisêbînê hat definkirin
20 Îlon
19:18
2016
MÊRDÎN (DÎHA) - Cenazeyê şervanê YPS'ê Halîl Yilmaz ê li Şirnexê dema berxwedana rêveberiya cewherî de jiyana xwe ji dest dayî li Nisêbînê hat definkirin.
Cenazeyê şervanê YPS'ê Halîl Yilmaz ê li Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dayî û li Goristana Ozverenê hatibû definkirin hat teşhîskirin. Piştî encama testa DNA'yê cenazeyê Yilmaz ji hêla malbat û MEYA-DER'ê ve birin navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê.
Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Alî Atalan û Gulser Yildirim, hevşaredar Cengîz Kok û Sara Kaya û bi sedan welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Yilmaz di bin dorpêça polîsan de li Goristana Morîsê ya li taxa Elîka hat veşartin.
Piştî diayan gel ji ser goristanê veqetiyan.
(kom/no/ms)