DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevşaredarên Hezexê ji peywirê hatin dûrxistin - DEQEYA DAWÎ

 
20 Îlon
19:13 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredarên Hezexê Mehmet Muhdî Aslan û Nevîn Girasun a girtî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin.

Hevşaredarên navçeya Hezexê ya Şirnexê Mehmet Muhdî Aslan û Nevîn Girasun a ku niha girtiye bi ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi hinceta lêpirsîn li ser wan hatiye vekirin ji peywirê hatin dûrxistin. Di belgeya ku radestî Hevşaredar Aslan hat kirin, tê gotin dema ku li navçeyê xendek hatine vekirin wesayît û karkerên şaredariyê alîkarî dane û bi vê sedemê lêpirsîn der barê her du şaredaran de hatiye vekirin.

Belgeya ku ji Hevşaredar Aslan re hatî ji aliyê Gerînêndeyê Giştî yê Îdareya Herêmî Omer Doganay ve hatiye amadekirin û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî xwesteka Doganay er ê kiriye.

(kom/no/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN