DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn

 
20 Îlon
19:10 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Rewşenbir û rojnamegerê kurd Musa Anter di 20'ê Îlona 1992'yan de ji hêla JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin li ser gora xwe bi girseyî hat bîranîn. Kurê Anter, Anter Anter axivî û wiha got: "Beriya bavê min bê qetilkirin di telefonê de ji min re gotibû 'lawo bi milyonan keç û lawê min çêbûne.'"

Rewşenbir û rojnamegerê kurd Musa Anter ku di 20'ê Îlona 1992'yan de ji hêla JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin di pêşengiya MEYA-DER'a Şaxa Mêrdînê li ser gora xwe bi girseyî hat bibîr anîn. Di bîranînê de parlamenterên HDP'ê Alî Atalan û Gulse Yildirim, hevserokên HDP a Mêrdîn Aysel Erol û Alî Aslan, Hevserokê DBP a Mêrdînê Omer Ocalan, MEYA-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê û bi dehan welatî beşdar bûn. Di serî de ji bo kesên ku di riya demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin.

'Apê Mûsa têkoşîna xwe ji ciwanên me re hişt'

Hevserokê MEYA-DER'a Mêrdînê Suleyman Demîrel destpêkê de axivî û diyar kir ku Apê Mûsa ji bo kurdewariyê pêşengek e û wiha got: "Dema ez zarok bûm min bi têkoşîna Apê Mûsa çavên xwe vekir. Min bi saya Apê Mûsa de xwe naskir. Apê Mûsa di dema xwe de hemû îşkence dît. Lê tu carî serê xwe netewand. Apê Mûsa têkoşîna xwe ji ciwanên me re hişt. Het em hebin em ê jî di rêya wî de biçin."

'Apê Mûsa ji bo gelê kurd bû cirûsk û em ronî kirin'

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî diyar kir ku Musa Anter rêya wan ronî kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em li ber têkoşîna Apê Mûsa bejna xwe ditewînin. Apê Mûsa rêya reş ji me re ronî kir û em jî heta hebin em ê di rêya ku wî ji me re ronî kiriye biçin. Em ji bo te çibikin kêm e. Em soz dikin ku em ê di rêya te û felsefeya Rêber Apo de biçin. Rihê te şad be. Bila çavên te vekirî nemîne. Em zarokên te têkoşîna te didomînin."

'Apê Mûsa tenê ne bavê min e, bavê milyonan e'

Kurê Anter, Anter Anter jî der barê bavê xwe de wiha axivî: "Ji ber ku hatina min a Tirkiyeyê qedexe bû ev cara yekeme ez tevli bîranîna bavê xwe dibim. Musa Anter tenê ne bavê min e. Bavê milyonan e. Beriya bavê min bê qetilkirin di telefonê de ji min re gotibû 'Lawo bi milyonan keç û lawê min çêbûne.' Bi rastî jî wiha ye. Heta ez û zarokên wî em hebin em ê di şopa wî de biçin. Ev zilma TC'yê tu carî li cem wan namîne. Têkoşîna me dê her tim bidome."

Bîranîn bi çepikan dawî bû.

(ekip/no/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN