Mamosteyên li heqê xwe geriyan hatin binçavkirin
AMED (DÎHA) - 15 mamosteyên li Farqînê ji bo parastina mafên xwe meşiyan, rastî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin.
Komek mamoste li navçeya Farqînê ya Amedê 1ji bo mafê xwe biparêzin çalakiya meşê pêk anîn. Koma masoteyên ku li kolana Amedê kom bûn û meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin. Koma mamosteyên Egîtîm Sen'ê yên komikên 4-5 kesan ava kirin û silogana "Amed ranezê, li mamosteyên xwe xwedî derkevin" berz kirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên li ber şaredariya Faqînê kom bûn êrîşî mamosteyan kirin .
Mamosteyan li dijî êrîşa polîsan di ber xwe dan û pevçûn derket. Polîsan 15 mamoste binçav kirin û birin baxçeyê şaredariyê. Polîsan piştre maşîneyên takviye anîn û li otobusan suyar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Farqînê.
(mae)