Kedkarên perwerdehiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Nûnertiya Egîtîm Sena Qoserê ji bo endamên wan ên ji kar hatine dûrxistin carekdin vegerin ser karê xwe çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Li navçeya Qosera Mêrdînê Nûnertiya Egîtîm Sena Qoserê ji bo ji kardûrxistina kedkarên perwerdehiyê protesto bikin çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Li salona ku çalakiya rûniştinê ji aliyê endamên sendîkayê ve hat destpêkirin, pamkartên "Em natirsin, em ê li hemberî zext, sirgûn û derxistinan li ber xwe bidin" û "Em ê teslîmî taritiyê nebin" hatin daliqandin.
Sekreterê Darayî yê Nûnertiya Egîtîm Sena Qoserê Ergîn Çetînkaya, diyar kir ku bêhiqûqiya bi OHAL û KHK'ê destpê kiriye berdewam dike û wiha got: "Derbarê kedkaran de bêyî ku lêpirsîn were vekirin ji kar hatine dûrxistin. Ji 780 mamosteyên me yên li Mêrdînê ji kar hatine dûrxistin 774 li Qoserê mamostetiyê dikin."
Çetînkaya, bi lêv kir ku li şûna mamosteyên ji kar hartine dûrxistin bi cih kirina mamosteyên bi pere hem koletiyê li ser mamosteyên ku bi salane li benda tayînan ferz dikin hem jî ji ber mamosteyên ku formasyonên wan ên perwerdehiyê tunene dê kalîteya perwerdehiyê bikeve.
Çetînkaya, destnîşan kir ku heta kedkarên perwerdehiyê vegerin ser karê xwe dê çalakiyên xwe bidomînin û wiha axivî: "Em ê di rojê pêş bi çalakiyên cûr be cûr li qadan bin."
(mb)