Xwendekar mamosteyên xwe dixwazin
WAN (DÎHA) - Zarokên Wanê ji ber kar dûrxistina mamosteyên xwe rêveberiya dibistanê protesto kirin.
Li taxa Bayirli ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zarokên ku diçin dibistanê Mustafa Cengîz ji ber ku mamosteyên wan ji kar hatine dûrxistina rêveberiya dibistanê şermezar kirin. Zarokan panqartên "Em mamosteyên xwe dixwazin " , " Dest nedin mamosteyên me" û dirûşmeyên "em mamosteyên xwe dixwazin " berz kirin.
Malbatên xwendekaran diyar kirin ku ger mamosteyên zarokên wan neyên ew ê zarokên xwe neşînin dibistanê. Xwendekara bi navê Emîne Hezer diyar kir ku ji nebûna mamosteyan wan ne karîne ders bibînin, li dibistanê tenê rêveberî heye û wiha got: "Em îro hatin dibistanê lê ji ber mamosteyên me ji kar hatine dûrxistin me desr ne dîtin. Tu sûcê mamosteyên me tuneye. Edaletek bi vî rengî li tu dereva cîhanê tune ye.
Dayîka bi navê Gulistan Balik jî anî ziman ku ew mamosteyên berê yên zarokên xwe dixwazin eger mamoste venegerin ser kar ew ê zarokên xwe neşînin dibistanê û wiha pêde çû: "Em mamosteyên zarokên xwe dixwazin ev zextên li ser mamosteyan nayên qebûl kirin. Em dixwazin zarokên me biçin dibistanê."
Dayîka bi navê Kiymet Balik jî wiha axivî: "Em mamosteyên zarokên xwe yê berê dixwazin mamosteyên din em naxwazin."
(era/mb)