DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Kedkarên perwerdehiyê dê serlêdana îtirazê bikin

 
20 Îlon
16:08 2016

AMED (DÎHA) - Kedkarên perwerdehiyê yên li Amedê çalakiya nobedê didomînin xwe amade dikin ku bi daxwazameyan ji kar durxistina kedkaran li Midûryeta Perwerdehiya Mîllî serlêdana îtirazê bikin.

Çalakiya nobedê ya mamosteyên endamên Egîtîm Senê ku li hemberî ji kardûrxistina kedkaran li avahiya sendikayê dane despêkirin di roja 16'emîn de berdewam dike. Li aliyekê ziyaretên ji bo nobedê didomin li aliyê din bi destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê li gelek dibistanan ders vala derbas bûn. Xwendekar îro jî bêyî ku dersê bibînin ji dibistanê veqetiyan.

Mamostayên ji peywirê hatin girtin, çûn dibistananm li baxçe û odeya mamosteyan çalakiya xwe ya nobedê berdewam kirin. 4 hezar û 534 mamosteyên Amedê yên ji kar hatin girtin, dê sibê bi awayekî giştî daxwaznameyên xwe yên îtirazê bidin Midûryeta Perwerdehiya Mîllî ya Amedê.

Li aliyê din 11 xwendekarên lîseyê ku ji bo piştgiriyê bidin mamostayên xwe li Qada Şêx Saîd xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan hat ragihandin ku ji bo îfade bidin çûn dozgeriyê.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN