Li hemberî kedkarên perwerdehiyê êrîş
MÛŞ (DÎHA) - Li Gimgimê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî kedkarên perwerdehiyê yên ku çalakiya rûniştinê li dardixistin kirin.
Li navçeya Gimgima Mûşê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî kedkarên perwerdehiyên yên ku ji ber ji kar hatine dûrxistin çalakiya rûniştinê li dardixstin kirin. Kedkarên perwerdehiyê bi dovîzên li ser "Heta mamoste ne bêje ders qetiya, ders naqede" hatine nivîsîn li ber Navenda Kar a Şaredariyê çalakiya rûniştinê li darxistin.
Di dema ku çalakî berdewam dikir de polîsên ku hatin cihê bûyerê bêyî ku hişyariyê bidin bi bombeyên gazê êrîşî kedkaran kirin. Ji ber bombeyên gazê gelek kedkar û zarokên li qadê bi bandor bûn. Li aliyê din polîsan bombeyên gazê avêtin Baxçeyê Çayê yê Feraşînê jî û kesên li baxçe rûniştibûn ku di nava wan ne zarok jî hebûn ji bombeyên gazê bandor bûn.
(mb)