DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Fermo em sindoqê daynin!

 
20 Îlon
15:23 2016

ÎDIR/AMED (DÎHA) – Li Îdirê qeyûmên ku hatine tayînkirin hat şermezarkirin. Di çalakiyê de HEvşaredara Îdirê Şaziye Onder wiha got: "Em bi hilbijartinê hatin û heke derdekî wan hebe fermo em ji nû ve sindoqê daynin."

Şaredariya Îdirê, HDP, DBP tayînkirina qeyûmaan li şûna Hevşaredar Şaziye Onder û Endama Meclîsa Şaredariyê Saniye Çark şermezar kir. Li ser navê girseya ku li ber avahiya şaredariyê kom bûn parlamenterê HDP'ê Mehmet Emîn Adiyaman axivî û diyar kir ku hikûmet bi KHK'an ve mevlîsê bêbandor dihêle û biryarên derveyî qanûna esasî pêk tîne. Adiyaman anî ziman ku yên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin ancax dikarin bi îradeya gel ve biçin. Adiyaman anî ziman ku ew qeyûman qebûl nakin.

Qeyûm dê wekî bumerangê vegerin AKP'ê

Adiyaman bang li AKP'ê kir û got ku nêzîkatiya dîktatorî dê wekî bumerangê vegere wan û wan jî bişewitîne, li welat riya tekane bihevre jiyanê înşakirina jiyana demokratîk e, feraseta ku dibêje hêz ya wî ye dê zirarê bire xwe.

Hevşaredar Onder jî li dijî pêkanînên nedemokratîk banga têkoşîna hevpar kir û wiha got: "Divê hemû kes li gorî hiqûqî tevbigerin. Dema ku berjewendiyên AKP û FETO'yê li hev nekir berê xwe dan kurdan. Niha em di nava şer de ne. Mirov wekî salên 80'an hewl didin ji welat birevin. Ne tenê em bi hezaran mamoste ji kar hatin durxistin. Em qeyûman nas nakin. Qeyûm li dijî qaqûna esasî ye.Em bi hilbijartinê hatin û heke derdekî wan hebe fermo em sindohê daynin."

ÇINAR

Li navçeya Çinarê ya Amedê li ber avahiyê DBP û HDP'ê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin. Xebatkarên şaredariya Çinarê û hevserokên DBP û HDP'ê yên Çinarê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên "Qeyûm li dijî îradeya gel darbe ye" ""KHK û OHAL nabe demokrasiyê dê bibe kaosê" "Dest nede mamosteyê min" hatin vekirin. Li ser navê girseyê Hevserokê DBP'ê yê Çinarê Muhmut Ulus axivî û got ku ji ber ku AKP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi tena serê xwe nebû îxtidar rewşa kaos û şer afirand. Ulus anî ziman ku OHAL û KHK'ê welat aniye rewşeke ku êdîya nikare bê jiyankirin.

Ulus bilêv kir ku şaredariyên DBP'ê her tim ji aliyê mufetîşên Wezareta Karên Hundir ve dihat kontrolkirin û tu hemayên sûc jî nedtîne, biryara qeyûman dê tu caran neyê qebûlkirin.

Daxuyanî bi çepik û sloganan ve bi dawî bû.

ERXANÎ

Li navçeya Erxenî ya Amedê jî qeyûm hatin şermezarkirin. Daxuyanî li ber avahiya BP'ê hat dayîn û Hevşaredarê Erxeniyê Ramazan Kartalmiş, rêveberên DBP û HDP'ê, gelek welatî beşdar bûn. Hevserokê DBP'ê yê Erxeniyê Ramazan Aslan wiha got: "Wekî ku tê zanîn di 15'ê tîrmeha 2016'an de li dijî AKP û Qesrê hewldana darbeyê pêk hat. Ev darbe bi ser neket. Li divê vê yekê HDP, DBP û hemû rêxistinên demokratîk bi gotina 'ne darbe ne jî rejîma AKP û Qesra ku darbeyê wekî fersend dibîne' dest bi muxalefetê kirin. Li ser vê yekê AKP û rejîma Qesrê êrîşî destkeftiyên li Kurdistanê kir û li Tirkiyeyê jî li dijî rewşenbîr, akademîsyen û rojnamgeran pêkûtî da destpêkirin û pêla girtinê da destpêkirin. Şaredariyên ku bi dengên gel hatine hilbijartin bi tayînkirina qeyûman ve hat destserkirin û îradeya gel hate desteserkirin. Di heman demê de 11 hezar û 285 mamosteyên ku aştî û demokrasiyê dixwazin ji kar hatin durxistin. Em van tayînkirina qeyûman nas nakin û vê pêkanînê bi tundî şermezar dikin. Em bawer dikin dê xwedî li îradeya gel derkevin. Endamên meclîsa şaredariyê, hevşaredar ancax bi îradeya gel dikarin paşve bên kişandin."

Daxuyanî bi daxwaza mafên ku piştî 15'ê tîrmehê de hatine xespkirin bên îadekirin bi dawî bû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN