'Em ê neçin dibstanên bêmamoste'

20 Îlon
14:44
2016
MÊRDÎN (DÎHA) - Li bajaroka Sîtîlîlê ya navçeya Nisêbînê xwendekaran ji peywir girtina mamosteyên xwe şermezar kirin.
Li bajaroka Sîtîlîlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê xwendekar û malbat li ber Dibistana Akursu kom bûn û ji peywirgirtina mamosteyan şermezar kirin. Xwendekaran pankarta "Dest nedin mamosteyê min" heta Lîseya Akarsuyê meş li dar xistin.
Xwendekaran dirûşmên "Mafê me yê perwerdehiyê nikare bê astengkirin" "Dest nede mamosteyê min" "Em ê mafê xwe yê perwerdehiyê bigirin" berz kirin. Malbatan jî diyar kirin ku heke mamoste venegerin li ser karê xwe dê zarokên xwe neşînin dibistanan.
(sa)