Ji KURDÎ-DER'ê banga tevlîbûna daxuyaniyê
WAN (DÎHA) - Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê bang li her kesê kir ku tevlî daxuyaniya wan a ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê ku dê sibe bê dayîn bibin.
Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê bi destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê re, ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê dê sibe li Navenda Çandê ya Nûda daxuyaniyekê bide çapemeniyê û banga tevlîbûnê li her kesî kir.
Di civîna ku li navendê hat dayîn de Seroka KURDÎ-DER'a Wanê Osman Koşut, diyar kir ku dê KCD, HDK, HDP û Egîtîm Sen tevlî daxuyaniya wan bibin û bal kişand ser giringiya zimanê dayikê. Koşut, bang li hemû gelê Wanê kir ku sibe saet di 12.00'an de tevlî daxuyaniya wan bibin.
(mb)