Cerdevan tayînî Şaredariya Licê kirin!

20 Îlon
13:03
2016
AMED (DÎHA) - Li şûna Hevşaredarê Licê Harun Erkuş ê girtî ye Abdulkadîr Tunçok ê li navçeyê cerdevan e hate tayînkirin.
Li navçeya Licê ya Amedê Hevşaredar Harun Erkuş ê di 30'ê tebaşê de hate girtin li şûna wî cerdevanê bi navê Abdulkarîn Tunçok wekî endamê meclîsa şaredariyê hate tayînkirin. Hate hînbûn ku Tunçok li gundê Bawerdêyê cerdevaniyê dike.
Di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de BDP'ê ji sedî 89.4 deng girtibû û hemû endamên meclîsa şaredariyê qezenc kiribû. Qaymeqamiyê nivîsak ji şaredariyê re şand û têkîldarî tayînkirinê agahî da.
(sa)