DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Ên qeyûm tayîn kirin bila çopan kom bikin'

 
20 Îlon
12:39 2016

WAN (DÎHA) - Li Wanê kedkarên paqijiyê ji bo şermezarkirina qeyûmên ku tayînê 4 şaredariyan hatin kirin bikin dev ji kar berdan û cadeyên bajar di nava çopê de ma. Welatiyan diyar kirin ku yên ku qeyûm tayîn kirin bila çopan kom bikin.

Li navçeyên Rêya Ermûşê Ertemêt Qelqelî û Erdîşê yên Wanê bi tayînkirina qeyûman şaredarî hatin destserkirin. Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Rêya Armûşê dev ji kar berdan û piştî çalakiya karkeran a 2 rojan cadeyên bajar ên ku herî zêde çûn û hatin zêde ye yên Maraş û Cumhuriyetê her der di nava çopê de ma. Welatiyan jî bi gotina "Ên ku qeyûm tayîn kirine bila bên çopan top bikin" nerazîbûna xwe li hemberî tayînkirina qeyûman nîşan dan.

Welayitê bi navê Suat Borekçî yê ku li kolana Hunerê esnaf e wiha got: "Ên uk qeyûm tayîn kirine bila bên çopan rakin. Em jî li vir esnaf in her der tijî çop e em ê çi bikin. Em nikarin bixebitin jî. Nikarin kar bikin. Ev der cihê herî zêde çûn û hatin heye ya bajar e. Bi hezaran kes ji vir derbas dibe. Bila bê van çopan kom bikin."

Ramazan Çelîk ê ku karê nakliyeyê dike jî wiha axivî: "Her der tijî çop e. Madem qeyûm tayîn kirine bila bên çopan paqij bikin. Berê ev der her tim dihat paqjkirin lê niha tijî çop e."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN