Li Êlihê ji 80'î zêdetir kes hatin binçevkirin

ÊLIH (DÎHA) - Di serdegirtinên malan ên li navenda Êlih û navçeyên Sason û Hezo de ji 80 zêdetir kes hatin binçavkirin.
Di saetên serê sibehê de polîsan li navenda Êlih û gundên Heznê, Kurêrê, Reşe Darê, Seyrantepe û Zengavî yên girêdayî navçeyên Sason û Hezo bi ser malan de girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de ji 80'î zêdetir kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Sasonê. Hat ragihandin ku dosyaya ji aliyê Dozgerê Komarê yê Sasonê ve tê rêvebirin biryara 'veşartî' jêre hatiye dayîn û dê destûr nedin ku parêzer 5 rojan bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
Di nava kesên ku hatine binçavkirin de ligel rêverberên HDP û DBP'ê, endamê PM DBP'ê Mehmet Candemîr ku di greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê hatibû destpêkirin û 8 rojan berdewam kiribû jî heye.
(mb)