Kalê 85 salî hate binçavkirin

COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê Mustafa Abî yê 85 salî ku felc e û 2 sal in di nava nivînan de ye hate binçavkirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet li taxa Yeşîldera bi ser maleke de girtin û Mustafa Abî yê 85 salî ku felc e û 2 sal in di nava nivînan de bin çav kirin. Biraziyê Abî, Mahkum Abî li hemberî binçavkirinê nerazîbûn nîşan da ew jî ji aliyê tîmên taybet ve hate derbkirin.
Abî yê ku sedema binçavkirina wî nehat hînbûn ewil birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û piştre jî birin mirûdiyeta polîsan.
2 sal in di nava nivîsan de ye
Birayê Abî, Kemal Abî têkîldarî mijarê wiha got: "Mirov li hemberî kesekî ku 85 salî ye û nexweş e tiştekî bi vî rengî nake. Ev neda edalet e. Bavê min 2 sal in di nava nivînan de bû û li malê 4 kes li wî mêze dikin. Şertên binçavkirinê li gorî wî nînin."
(sa)