Xwendekaran mamosteyên xwe xwestin
HATAY (DÎHA) - Li Samandagê xwendekarên Dibistana Seretayî ya Ataturkê ya Tomruksuyu mamosteyên xwe yên ku ji kar hatin durxistin xwestin û malbatan jî wiha got: "Heke mamosteyên me tune be dê zarokên me jî nebin."
Li Hatayê malbat û xwendekaran li hemberî ji peywirgirtina 928 mamosteyan nerazîbûn nîşan da. Li Samandagê Dibistana Seretayî ya Ataturkê ya Tomruksuyu 16 mamoste ji peywir hatin li dibistanê 2 mamoste tenê man. Xwendekar û malbatên ku li ber deriyê dibistanê kom bûn xwestin bi rayedaran re hevdîtinê pêk bînin. Midûrê dibistanê hevdîtin qebûl kir û got ku mamoste ji peywir hatine girtin û dê li şûna wan mamosteyê bi peyman perwerdehiyê bidin. Li ser vê yekê nerazîbûn çêbû. Cendirmeyên ku li ser vê yekê hatin dibistanê têkatina dibistanê ya zarokên biçûk girtin.
'Heke mamoste tunebe xwendekar jî tuneye'
Malbat û xwendekaran nerazîbûnên xwe berdewam kirin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Ez mamosteyê xwe dixwazim" "Mamosteyê min aştî xwest sûc nekir" berz kirin û xwendekar ji dibistanê neçûn. Malbatên ku piştgirî dan xwendekaran jî xwestin mamoste vegerin dibistanê.
Malbatan diyar kirin ku ew ê ji peywirgirtina mamosteyan qebûl nekin, naxwazin zarokên wan bi mamosteyên bi peyman ve perwerde bibin. Malbatan gotin ku heta mamoste vegerin dê çalakiyên xwe bidomînin û hate vê demê jî dê zarokên xwe neşînin dibistanê. Malbatan gotina "Heke mamosteyên me tunebe dê zarokên me jî nebin" bi kar anîn û xwendekaran jî gotin heta mamosteyên wan venegerin neçin dibistanan.
'Em ê bi berxwedanê bi ser kevin'
Li ber dibistanên dîmenên rengîn derketin holê û bi dowîzên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" meş li dar xistin. Piştî çalakiya ku bi saetan berdewam kir xwendekar û malbat li ber dibistanê veqetiyan.
(sa)