Li Xinûs û Edeneyê serdegirtinên malan
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li navçeya Xinûsê nêçegihanê me Mensur Kuçukkarga jî di nav de bi dehan kes, li Edeneyê jî 8 zarok hatin binçavkirin. Li Antalyayê 5 kes hatin girtin.
Li navçeya Xinûsê ya Erziromê tîmên taybet bi ser gelek malên li taxên Kolhîsar, Axrewan û Qurdî de girtin. Di serdegirtinan de nûçegihanê DÎHA'yê Mensur Kuçukkarga jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên ku mal hatin serobinokirin de heqeret li kesên malan ahte kirin. Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Erziromê.
Hate hînbûn ku der barê gelek kesan de jî biryara binçavkirinê heye.
Hin navên kesên ku hatin binçavkirin ev in: Ahmet Handan, Selahattîn Handan, Sabahattîn Koçak, Baver Firat, Mensur Kuçukkarga, Harun Sonmez, Ayhan Denîz, Murat Kakkan, Serkan Yilmaz, Jîhat Guzelbaba, Cevdet Elma û Alî Elma.
Li Edeneyê 8 zarok hatin binçavkirin
Li Edeneyê jî polîsan bi awayeke hemwext bi ser malan de girtin. Piştî lêgerînan hate hînbûn ku 8 zarok bi îdiaya tevlî çalakiyê bûne hatin binçavkirin.
Zarokên ku hatin binçavkirin birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
5 kes hatin girtin
Li Antalyayê jî 11 kesên di 30'ê tebaxê de hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê. 6 kes ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan, 5 kes jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kes bi heman îdiayê hatin girtin.
Kesên hatin girtin ev in: Çetîn Kizildag, Halîl Ekîncîler, Naîf Yaşa,Tahsîn Torun û Faîk Aslan.
(sa)