DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li şûna endamên meclisê qeyûm hatin tayînkirin

20 Îlon
10:49 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Li şaredariya Bazidê li şûna 2 endamên meclisa şaredariyê yên DBP'î ku girtî ne qeyûm hatin tayînkirin.

Li navçeya Bazîda Agiriyê li şûna du encamên meclîsa şaredariyê yên DBP'î ku girtîne qeyûm hatin tayînkirin. Ji aliyê qeymeqamtiyê ve bi biryara KHK'ê li şûna endamên meclisê yên DBP'î Halîs Gultekîn û Îsa Karahan ên girtî, Ayhan Topçî û Tahîr Sekendur ên ku li navçeyê esnaftiyê dikin hatin tayînkirin. Tayîn kirin bi rêya nivîsa jor ji şaredariyê re hat ragihandin.

Der barê tayîn kirina qeyûman de hevşaredar M. Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew vê pêkanînê qebûl nakin. Hevşaredaran da zanîn ku hevalên wan bi hilbijartin û îradeya gelin û wiha gotin: "Her du hevalên me niha li girtîgehê ne. Kesên ku li şûna hevalên me hatine tayîn kirin ligel me tu rewatiya wan tune ye. Em ê hata dawî xwedî li emeneta ku gelê me daye me derkevin. Em tayînkirinên qeyûman ên ku êrîşî vîna gel şaredariyan dike nasnakin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî heta dawiyê bidomînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN