DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiyê nexweş Aktaş sibê dest bi greva birçîbûnê dike

 
20 Îlon
10:35 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tunene û li Girtîgeha Menemenê di hucreyê de tê girtin dê sibê ji bo hefteyeykê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.

Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş, ligel ku ji aliyê Komeleya Tipa Edlî ya Stenbolê ve 3 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" jêre hat dayîn û herdu destên wî tune ne serbest nayê berdan û ligel vê sirgûnî Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê kirin û di hucreya yek kesî de tê girtin. Aktaş ji bo pêkanînên keyfî yên li hember girtiyan protesto bike dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya hefteyekî bike.

Aktaş ku berê jî ji bo şertên girtîgehê protesto bike dest bi grevê kiribû û derneketibû hewşa bêhndanê vê carê ji bo pêkanînên keyfî yên îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê ya li hember girtiyan, bi taybet pêkanînên li hember girtiyên li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê yên dijhiqûqî protesto bike dê di 21'ê Îlonê roja Çarşemê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.

Seroka TUHAD-FED'a Îzmîrê û parêzer Seda Tanrikulu ku di 19'ê Îlonê de bi Aktaş re hevdîtin pêk anîn diyar kir ku şert û mercên Aktaş ên li girtîgehê ne hatine guhertin. Tanrikulu da zanîn ku Aktaş bi nexweşiya xwe ya bronşîta kronîk ve anîne Girtîgeha Menemenê û wiha got: "Ji ber şert û merçên xirap ên hucreyê nexweşiya Aktaş a bronşîta kronîk vegeriyaya Koahê. Aktaş bi mirinê re rû bi rû ye. Tendirûstiya wî ber bi xirapbûnê ve diçe û ji roja hatî heta niha 10 kîlo dane."

Tanrikulu bi lêv kir ku di hucreya ku Aktaş tê ragirtin de hêj ava germ nadin wî, ji ber zivistan tê rewşa wî xiraptir dibe û wiha pê de çû: "Aktaş hala li cihê destavê bi ava sar serê xwe dişû. Cilên xwe bi ava ser dişû û ji bo cilên xwe zuha bike mecbûr dimîne ku li erdê raxe. Ji be hucreya wî nayê vekirin û hewa nagire cilên Aktaş zuha nabe û mecbûr dimîne ku cilên xwe şil li xwe bike. Ji ber van pêkanînan nexweşiya Aktaş her ku diçe girantir dibe."

'Nahêlin girtî hevdu bibînin'

Tanrikulu destnîşan kir ku bi awayekî keyfî nameyên girtiyan tên desteserkirin û wiha domand: "Muwekîlê min Aktaş bi tu awayî nikare ji giritya nexweş Sîbel Çapraz a ku li Girtîgeha Menemenê tê girtin re name yan jî pirtûkan bigire yan jî rêbike destûr nayê dayîn. Destûr nadin ku Aktaş û Çapraz hevdu bibînin. Dema di korîdoran re jî derbas dikin ji bo hevdu nebînin hemû pencere û cihên din bi bandan hatine girtin. Aktaş nikar di hucreyê de jiyana xwe bidomîne divê demildest wî bibin gel girtiyên siyasî. Ez Wezareta Dadê û Midûryeta Girtîgehê ji bo rewşa Aktaş wan dewetî cidiyetê dikim."

'Dê mirina min ji destê we nebe'

Aktaş ji îdareya girtîgehê re diyar kir ku ew ê desrt bi çalakiya greva birçîbûnê ya hefteyekê bike û wiha got: "Ger du çavên min tenê jî bimînin ez ê li hember we li ber xwe bidim. Mirina min dê ji destê we ne be. Piştî hefteyekê ger pêkanînên li hember girtiyan neyê guhertin, ez ê wekî zarokê ku di kevneşopiya gelê wî de berxwedan heye berxwedana xwe mezintir bikim."


(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN