DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li pişt deriyên hesin 'Ozgur Gundem Zindan' derxistin

 
20 Îlon
10:28 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Ji bo rojnameya Ozgur Gundemê ya ku hate girtin û nivîskarên rojnameyê hatin girtin li pişt diwarên girtîgehê piştgiriyeke watedar hat. Lİ Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên jin ên ku di nav de edîtora JINHA'yê Zehra Dogan jî heye "Ozgur Gundem Zindan" derxistin.

Rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Stenbolê ve bi hinceta "propagandaya rêxistinê" dike hatibû girtin, di 16'ê tebaxê de jî di serdegirtina polîsan de xebatkarên rojnameyê hatibûn darbkirin û hatibûn binçavkirin, deriyê rojnameyê jî hatibû morkirin. 24 rojnamegerên ku hatibûn binçavkirin piştre hatibûn berdan, Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatibûn girtin. Piştî demeke jî nivîskarên rojnameyê Asli Erdogan û Necmiye Alpay hatibûn girtin.

Ji bo rojnameya Ozgur Gundemê ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê piştgiriyeke watedar hat. Girtiyên ku di nav de Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan jî heye "Ozgur Gundem Zindan" derxistin.

Rojname roja 12'ê Îlonê bi manşeta "Girtiyên siyasî ji bo Ocalan di berxwedana zindanê de ne" ve bi 8 rûpelan derket. Di surmansetê de jî bi sernavê "Li gorî dewletê ji Nisêbinê bûn li dijî welat îxanet e" nûçe hate parvekirin û bi wêneyan ve jî hate rengînkirin. Di rojnameya ku ku hemû bi destan hate nivîsandin û girtiyên jin bi rojan ked dan, derxistin rûpelên jin, polîtîka, rojane, çand û huner, ekolojiyê û rûpela kurdî heye.

Hemû nûçeyên rojnameyê ji bûyerên qewimî hatin amadekirin, hevpeyvînên ji girtiyan hatine girtin, pêkûtiyên li dijî jinan, binpêkirinên di bin çavan de û yên li girtîgehan cih digirin. Di rûpela çand û hunerê de nûçeyên kursên tembûr û wêne yên li girtîgehê cih digire, di rûpela ekolojiyê de jî têkîldarî jiyana ekolojîk agahiyên girîng cih idgirin. Di rojnameya ku girtiyan ji parçeyên jiyana xwe amadekirine de nivîsên Nûdem durak, Roj Çem Partîzan, Merge Polat, Oznur Deger, Diljîn Dînç cih digirin.

Di rûpela kurdî ya rojnameyê de jî çîrok. helbest û qunciknivîs cih digirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN