DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Saziyên dewletê vekişiyane qalikên xwe!

 
20 Îlon
09:50 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Elkê ji qereqol, miduriyet û noqteyên polîsan, mala qeymeqam bigire heta derûdora hemû saziyên hêzên dewletê barîkat û dîwarên beton hatine çêkirin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê hêzên dewletê li gel qereqol, Miduriyeta Polîsan a Navçeya, mala qeymeqam hemû avahiyên saziyên dewletê xistine nava barîkat û bilokên betonê. Piştî ku sala borî di meha îlonê de gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê li navçeyê çalakî pêk anîn û gelek avahiyên dewletê nêzî 2 rojan xistin bin kontrola xwe, hêzên dewletê ji bo ewlehiya xwe bigirin serî li hemû rêbazên ewlehiyê dan.

Ji bo 'ewlehiyê' daristanan dişewitînin

Li çar aliyê navçeyê çiyayên bilind hene û gelek çaran ji van çiyayan çalakiyên gerîlayan pêk tên. Her çiqas leşkeran li lûtkeyên jor ên van çiyayan noqteyên leşkerî ava kiribin jî rastî çalakiyên gerîlayan tên. Hêzên dewletê ku li deverên bilind ên navçeyê qereqol avakirine ji bo ku derdora xwe baş bibînin hema bêje her roj daristanên herêmê didin ber agir. Bi taybetî jî daristanên nêzî qereqolên xwe dişewitînin.

Polîs nikarin ji noqteyên xwe derkevin û qontrolê bikin

Dema mirov dikeve nava bajêr bariyerên teknolojiiya herî nû hatine bicihkirin. Di têketine bajêr de noqteya polîsan ji çar aliyan ve bi bariyeran hatiye dorpêçkirin. Dîsa li her çar aliyên noqteya polîsan qemereyên mobese hatine bicihkirin û ji ber ku polîs nikarin ji noqteya xwe derkevin bi dengê megafonê kontrola wesayîtan dikin. Wesayîtên ku dikevin bajêr an jî ji bajêr derdikevin berî ku bariyerên teknolojîk derbas bikin ji wan tê xwestin deriyên wesayîtên xwe vekin. Polîsên ku nikarin ji hundir derkevin bi rêya qemereyan wesayîtan kontrol dikin û piştî vê yekê bi pergala hatî avakirin bariyeran radikin.

Mala qeymeqan bi blokên betonê hatiye dorpêçkirin

Li navçeyê hemû kolan û kuçeyên diçin avahiyên leşkeran, polîsan û fermî bi barîkat hatine girtin û tenê dema wesayîtên fermî tên û diçin ev barîkat tên rakirin. Bi taybetî jî mala qeymeqam ji çar aliyan ve bi bilokên beton hatiye dorpêçkirin. Lê li gor agahiyên hatine bidestxistin qeymeqan li gel ev qas ewlehiyê jî bi şev li mala xwe namîne.

Navçe bi şev roj tê şopandin

Li navçeya ku serjimêra wê nêzî 6 hezaran e bi dehan kamereyên mobeseyê hatine bicihkirin. Li gel van mobeseyan stûnên bilind ku hemû bajêr dibîne hatine bicihkirin û li ser van stûnan kamera hene. Hema bêje li ser taxê ev rêbaz hatiye bikaranîn û welatî bi şev û roj tên şopandin.

Ji ber qaşo van rêbazên ewlehiyê welatiyên navçeyê xwe weke di zindanek vekirî de dibînin û ji ber vê yekê dema tarî dikeve erdê hildikişin malên xwe.

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN