DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

50 gund 50 sal in bêrê ne!

 
20 Îlon
09:22 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Riya 50 gundên di navbera Dêrik û Wêranşarê de ev 50 sal in ku nayê çêkirin. Şêniyên gundan anîn ziman ku ji ber riya wan xirabeye gelek nexweşên wan ji ber dereng gihiştin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

Riya 50 gundên di navbera navçeya Dêrika Mêrdînê û navçeya Wêranşara Rihayê bi hevpar bikar tînin ev 50 sal in nayê çêkirin. Gundên wek Hetbê, Qizileyşan, Qêntir, Zikreş, Qero, Qamçiya, Katoî, Bizmaro, Zok, Nergizî, Bêşo, Oncirlî, Mangesora Jêr û jor û nêzî 40 Dêrîk û Wêranşarê li ser vê rêyê diçin û tên. Bi taybetî demsala zivistanê welatî gelek astengiyan dikêşin û bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Niştecihên van gunan anîn ziman ku rêya gundê wan ev nîv sedsal e nehatiyê çêkirin û hem ji hêla dewletê hem jî ji hêla şaredariyan ve hatine jibîrkirin.

'Gelek nexweşiyên me ji ber rê jiyana xwe ji dest dan'

Welatiyê bi navê Aslan Develî diyar kir ji ber ku riya wan xibare ye gelek nexweşên wan ji ber dereng gihiştine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha domand: "Ev 50 sal in ku rayedaran destên xwe nedaye riya me. Wesayîtên me hemû ji ber vê rê xerab dibin. Emersiyonê wan diteqin. Em dixwazin ku demildest ev rê bê çêkirin. Em dixwazin nexweşên xwe zû bigihêjînin nexweşxaneyê. Ev gund ji hêla herkesî hatine jibîrkirin. Banga me ji şaredariya me ya Bajarê Mezin a Mêrdînê heye. Em dixwazin ji me re çareseriyekê bibîne û me ji vê êşê xelas bikin."

'Em dixwazin demildest riya me bê çêkirin'

Welatiyê ji gundê Zikreş, Îbrahîm Aslan jî da zanîn ku pira gundê wan jî tuneye ji ber vê yekê di demsala zivistanê de di gundê xwe de êsîr dimînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Gundê me girêdayî Dêrikê ye lê 37 kîlometreyan dûrî Dêrikê ye. Navbera me û Wêranşarê jî 20 kîlometre ye. Ger pira gundê me û riya me çêbibin dê jiyana me êdî normal bibe. Ev 50 sal in ku kes nehatiye riya me asfalt nekirine. Çemê Şahwelêt zivistanê nêzî 3 metre radibe jor, wesayetên me têde derbas nabin û carina jî diqelibin. Em diwazin rayedar dengê me bibihîsin û alîkariya van gundiyan bikin."

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN