DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Niha jî xwendekarên kurd ji dibistanan davêjin!

 
20 Îlon
09:13 2016

ENQERE (DÎHA) – Hikûmeta AKP'ê ya ku hewldana darbeyê hincet nîşan da û li dijî kurdan nêçîra pirhebokan daye destpêkirin piştî tasfiyekirina kedkarên cemaweriyê, akademîsyenan niha jî xwendekarên kurd ji zanîngehan dur dixin. Tenê li DTCF'ê 40 xwendekar ji zanîngehê hatin durxistin.

Di roja yekem a serdema perwerdehiya nû de xwendekarên kurd ên ku zanîngehan dixwînin ji ber ku berê tevlî çalakiyên demokratîk bûne hîn bûn ku ji zazîngehan hatine durxistin. Nêçîra pîrhebokan a ku hikûmeta AKP'ê piştî hewldana darbeyê da destpêkirin vê carê jî gihîşt xwendekarên kurd. Li Fakulteya Ziman Dîrok û Cografyayê ya Zanîngeha Enqereyê 40 xwendekarên kurd 1-3 serdem ji zanîngehê hatin durxistin û hate hînbûn ku ceza dê bê teblîfkirin.

Di navbera 1-3 serdeman de ji zanîngehê hatin durxistin

Xwendekarên ku serê sibehê ji bo bikevin dersên xwe çûn zanîngehê bi pêkanînekî awarte re rû bi rû man û xebatkarên ewlehiyê yên li ber derî gotina "hûn ji dibistanê hatin durxistin" bi kar anî. Xebatkarên ewlehiyê bi lîsteya ku ji 40 kesan pêk tê xwendekar pêşwazî kirin û xwendekarên ku xwestin bikevin zazîngehê jî bi zorê hatin astengkirin û destur nehat dayîn. Derket holê ku xwendekar di navbera 1-3 mehan de ji zanîngehê hatine durxistin.

DTCF: Dibistana ku bi hevkariya polîsan êrîş pêk tê

DTCF a ku ji avabûna xwe heta niha di navbera xwendekarên çepgir, welatparêz û xwendekarên nijadperest û ulkucuyan de gelek caran pevçûn çêdibe, komên nijîdperest bi hevkariya polîsan êrîş dikin. Xwendekarên ku hatine durxistin ji ber ku kurd in ev yek jî polîtîkaya AKP'ê ya li dijî kurdan nîşan dide.

AKP'ê qeyûm tayîn kir, ceza li xwendekar û mamosteyan barand

Tayînkirina qeyûman li şaredariyên ku bi dengên gel hatine hilbijartin, piştre jî ji peywirgirtina ammosteyên kurd ê ku perwerdehiya zimanê dayikê diparêzin û herî dawî jî xwendekarên kurd ji dibistanê durxistin wekî encama polîtîkaya şerê sîstematîk a li dijî gelê kurd tê dîtin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN