DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Turkdogan: Kurd, elewî û demokrat hedef hatin girtin

 
20 Îlon
09:09 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan têkildarî kedkar û xebatkarên di hewldana darbeyê de ji kar hatin girtin axivî û diyar kir ku kesên kurd, elewî û demokrat hedef hatin girtin.

Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî kedkarên perwerdehî û cemaweriyê yên piştî îlankirina OHALê ji peywirê hatin girtin, ji ajana me DÎHA' re axivî. Turkdogan diyar kir ku hikûmetê di bin navê operasyonên rêxistina FETO de herî kêm 42 hezar kes ji kar avêtin û wiha got: "Dema ku mirov lê dinêre yên ku ji kar hatin avêtin bi taybet kesên demokrat, kurd, sosyalîst, elewî û kesên ku aştî û biratiyê dixwazin in."

'28 hezar kedkarên perwerdehiyê ne'

Turkdogan da zanîn ku yên ji kar hatin avêtin di nav wan de 28 hezar xebatkarên perwerdeyê hene û wiha axivî: "Bi hezaran kes bi îdaya ku endamên rêxistina FETO ne û alîkariyê didin rêxsitina FETO kar hatin avêtin. Di nav wan de 28 hezar jê xebatkar û kedkarên perwerdeyê ne."

'Mafê parastinê bidin'

Turkdogan diyar kir ku hikûmetê li gorî lêpirsîna xwe ya veşartî ev biryar da û wiha domand: "Li gorî hiqûqa dîsiplîn û cezayê çi kes nikare biryarek wisa bê de. Ger hûn lêpirsîna dîsiplînê bikin divê hûn mafê kesên ku lêpirsînê lê dikin binpê nekin û hûn mafê parastinê bidin wî kesî. Li aliyê din jî divê ku hûn komîsyonekî disiplînê ava bikin û li gorî biryara ku komîsyonê de derdikeve tevbigerin."

'AKP qanûnan li gorî xwe saz dike'

Turkdogan bilêv kir ku hikûmet dij qanûnî tevdigere û wiha berdewam kir: "Hikûmetê di vê dema kar avêtina bi hezaran kesî de hemû qanûn bin pê kirin û di qanûnî tevgeriya. Lê çi mijar bibe bila bibe her mijarê li gorî xwe qanûn hene. Li gorî qanûna rewşa awarte de jî çi qanûnên wiha tune ne. Li gorî qanûna rewşa awarte yên ku lêpirsîn di derbarê wan de hat vekirin heta ku encam neyê dîtin tu kes nikare wan ji karê wan dûr bixe. Lê hikûmeta AKP'ê li gorî xwe qanûnan çê dike û karker û kedkaran ji kar dûr dixe. Ev yek nayê qebûl kirin."

'Hikûmetê li gorî xwe lîsteyek çêkirî ye'

Turkdogan destnîşan ku dibe li Tirkiyeyê kesên sûcdar hebin lê li şûna dadgeh biryarê bide hikûmetê xwe xistiye şûna dadgehê û biryarê dide û wiha pêde çû: "Li hemû dewletan dadgeriyên serbixwe hene. Ger kesek sûcdar be biryara vê jî dadgera serbixwe ya ku têkildarî vê mijarê biryarê dide. Lê hikûmetê li gorî xwe lîsteyek ava kiriye û her roj li gorî lîsteya xwe kesên bê sûc ji kar diavêje."

'Mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin'

Turkdogan destnîşan kir ku kesên ku ji kar hatin avêtin dikarin mafê xwe biparêzin û wiha derbirî: "Kesên ku kar hatin avêtin dikarin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û walîtiyên ku bajarên ew kes tê de dijîn bidin. Ev mafê hemû kesê yê hiqûqî ye. Em qala 42 hezar kesî dikin ne tiştek biçûk ger em malbatên wan jî bihesibînin em qala 500 hezar kesê dikin. Divê ku ev 500 hezar kes dengê xwe yê demokratîk derbixe û mafê xwe bigere."

'Dengê xwe zêdetir derbixin'

Turkdogan anî ziman divê hemû kesên ku kar hatin avêtin û derdora wan dengê xwe bilind bikin û ev wiha lê zêde kir. "Ger kesên ku kar hatin avêtin bixwazin vegerin ser karê xwe divê heta ku dewlet gav paş ve biavêje dengê xwe derbixin. Ger hûn ranebin û dengê xwe dernexin tu kes mafê ve nade ve û hûnê teslîmiyetê qebûl bikin."

'Kesên aştî û biratiyê dixwazin di hedefê de ne '

Turkdogan herî dawî bal kişand ser kesên ji kar hatin dûrxistin û wiha bi dawî kir: "Dema ku mirov lê dinêre yên ku ji kar hatin avêtin bi taybet kesên demokrat, kurd, sosyalîst, elewî û kesên ku aştî û biratiyê dixwazin in. 14 sal in hûn dewletê îdare dikin hûn çawa nizanin endamên rêxistina Feto di nav ve de dijîn. Lê derxistina biryarnameyê cûda ye û ev kesên ku aştî biratiyê dixwazin di vê biryarnameyê de hedef hatine girtin."

(fd/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN