TIR'ên MÎT'ê vê carê ketin rêya OSO

AHMET KANBAL
HATAY (DÎHA) - TIR'ên MÎT'ê ku bi alîkariya çek û lojîstikên rêxistinên terorê tên nasîn, dîsa di ser sînorê Hatayê re derbasî herêma Sûriyê bûn. Ajokar K.M., ku demek dirêje li ser vê rêgehê bar dikişîne, diyar kir ku herî dawî di 8'ê Îlonê de li ser rêya D827 a Kirikhan-Reyhanli rastî TIR'ên MÎT'ê hat.
Heta niha gelek caran TIR'ên MÎT'ê bi alîkarîya DAIŞ, El Nusra û rêxistinên terorê ket rojeva Tirkiye. Gelek welatiyên li ser sînor bûn şahid û gelek caran bi dîmen û wêneyan hat dîtin ku TIR'ên MÎT'ê çek, lojîstîk û amûrên leşkerî ji Tirkiye derbasî herêma Sûrî dike. Niha jî şahidan diyar kir ku TIR'ên MÎT'ê ji Tirkiye alîkariya lojîstîk û çekan ji OSO re dikişîne. Ajokar K.M., ku 3 salin li ser vê rêgehê bar dikişîne, diyar kir ku herî dawî di 8'ê Îlonê de li ser rêya D827 a Kirikhan-Reyhanli rastî TIR'ên MÎT'ê hat û wiha got: "3 salin ez li ser rêya Reyhanli, Kirikhan, Altinozu û Hassa yên Hatayê barkêşiyê dikim. Ev rê tên vekirin û firehkirin. Ez li ser vê rêyê dixebitim. Ez hem li ser rêya D-825 a navbera Antep-Antakya û rêya navbera Kirikhan-Reyhanli ya D-827 barkêşiya malzeme dikim. Ji ber ku demek dirêj e ez li ser vê rêyê dixebitim gelek leşker û fermandaran jî nas dikim. Herî dawî di 8'ê Îlonê de min qîz dikişand ser rêya navbera Kirikhan û gundê Sucukoyê yê Hatayê. Dema ez ji rêya Antakya- Antep D825 derbasî rêya Kırıkhan-Reyhanlı D827 bûm, 5 kilometre şûnde pîkaba zeviyan a cama wê reş û li pişt wê 2 TIR'ên kasayên wan bi çadiran girtî derbas bûn. Ez nizanim di qaseyên wan de çi hebû. lê ser wan bi çadirê hatibû girtin. Li ser tirekê pikaba zeviyan a cama wê reş hebû. Di bin çadiran de amûrên ku wekî çekên giran bûn hebûn. Di rede kesek ji maşîna pêşî daket xwar û rê kontrol kir. Di wê navberê de çawîşê pispor hat. Kî ji maşînê daket silava leşkerî da wî û derbas bû. piştre ber bi Reyhanli ve ketin rê û çûn.
K.M., têkiliya navbera xwe û çawişê pispor wiha anî ziman: "Dema ez di nokteya lêgerînê re derbas dibim ez silav didim û derbas dibim. Lê vê carê ez hatim rawestandin. Min ji çawişê pispor re got "Xêre fermandarê min. Çi bûye? Çawîşê pispor jî got heman tişt bûye. Got 'Ez jî dixwazim bibim wekî lekerê ku li Edeneyê TIR'ê MÎT'ê rawestand. Min jî got ez naxwazim bibin weki leşkerên Edene û bêm girtin. Piştre min rêya xwe berdewam kir."
K.M. da zanîn ku piştî wî ev pirs pirsî rengê çawîşê pispor hat guhertin û wiha berdewam kir: " Min fam kir ku TIR aydî kê ne. TIR ber bi deriyê sînor ê Cilvegozu ve ketin rê. K.M. da zanîn ku tê gotin ji bilî vî derî deyikî din ê veşarî jî heye.
Di 19'ê Çileya 2014'an de jî ji aliyê Dozgerê Komarê yê Edeneyê ve hatibû îspatkirin ku 3 TIR'ên MÎT'ê alîkariya lojîstik birine Sûriyê. Di rojnameya Cumhuriyetê de jî hatibû weşandin.
(mae)