'Gel dê bi berxwedanê dîsa şaredariyên xwe bistîne'
ÊLIH (DÎHA) - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku çeperên gelê kurd bi têkoşîna 40 salan bi destxistiye dê bi berxwedanê ji tayînkirina qeyûmê bistîne.
Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, desteserkirina şaredariyên DBP'ê û peywîrgirtina mamosteyan nirxand. Başaran anî ziman ku polîsên bi gotina "Me dest danî ser rêveberiyê" bi ser şaredariya Êlihê de girtin dê bi rûreşiyek mezin derbasî rûpelên dîrokê bibe û wiha axivî: "Armanca dewletê ew e li pêşiya statuyên gelê kurd bibe asteng. Ev gava êrîşê li dijî serkeftinên gelê kurd ya 40 salan e."
'Gel mewziyên xwe radest nake'
Başaran bi lêv kir ku gelê kurd li hemberî desteserkirina şaredariyan bi berxwedanê dê dîsa bistîne û dirêjî wiha da axaftina xwe: “Eger ku bêjin gel dê şaredariyên xwe bi tevahî radest bike dikarin xwe bixopênin. Ji ber ku gel wekî avahiyek berê xwe nade şaredariyan. Şaredarî nirxên gel yên herî mezin in. Rûmet û vîna gel e. Êrîşê li hemberî şaredariyan jî wekî êrîşê li hemberî nirx û çanda xwe qebûl dikin. Divê gel li hemberî qeyûmê berxwedanê bilind bike."
'Gel serî natewîne'
Başaran her wiha bal kişand ser ji peywîr girtinê ya mamosteyên endamê sendîqeya Egîtîm Senê jî û got ku mamoste bi berxwedanê bersiv dan derbeyê. Başaran destnîşan kir ku mamosteyên ji peywîrê hatin girtin paş de gav navêjin û wiha got: "Eger ku ji bo zarokan aştî xwestin suc be, em ê vî sucê qebûl dikin. Tirkiyê wekî dewleta hiqûqê didin naskirin lê li Tirkiyê hiqûq winda kiriye. Divê baş bizanibin ku nikarin wekî salên 90'î serê gel bidin tewandin. Gel serî natewîne.”
(dt-ozp/bg/mae)