DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bêrîvan ji bo înşaya navçeya xwe şîr didoşin!

 
20 Îlon
09:04 2016

GOKHAN ALTAY

COLEMÊRG (DÎHA) – Li gundê Tiloran a Geverê 35 bêrîvanên her roj diçin zozanên ku ji aliyê dewletê hatiye qedexekirin, bi qezenca şîrê didoşin piştgirî didin înşaya navçeyê.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê berîvanên gundê Tiloran a 10 kîlometre dûrî navendê ye bi qezenca şîrê her roj didoşin piştgirî didin înşaya navçeyê. 35 berîvanên gund her serê sibê bi elbên şîr li ser pişta xwe bi sohbetê riya zozanên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qedexekirin digirin. Bêrîvan hin caran bi peyatî hin caran jî bi wesayîtên peyda dikin ji bo bêriyê diçin û gelek caran 3 saet neçarî rê diçin. Bêrîvanên piştî digihijîn zozanan di serî de cilên xwe yên beriê li xwe dikin û nanê şivanan amade dikin.

Bi ‘lawje’yan govendê digirin

Bêrîvanên ku her yek her roj nêzîkê 30 bizin û mih didoşin aliyekî çanda ji dayikên xwe dîtine didin berdewamkirin û li aliyê din jî ji bo ji nû ve avakirina navçeya Geverê ya ji aliyê dewletê ve bi hezaran mal hatin sotin jî hewl didin. Yekana daxwaza berîvanên ku gelek caran bi stranÊn “lawje” xwe didin govendê jî avakirin û zêdekirin pişgiriya Geverê ye.

'Em ji gund û zozanên xwe venaqetin'

Yek ji bêrîvanan Memihan Balidag a salan e diçe bêriyê got ku her malbatek xwedî 70-80 pezan e û yekane debara wan jî bêrîvantî ye. Balidag destnîşan kir ku piştê şer wan neçarî hin pezên xwe firotine û wiha axivî: “Her roj çûn û hatina bi seatan li me zehmet tê. Lê belê tenê debara me ev e.” Balidag diyar kir ku gelek caran zozanên wan ji aliyê dewletê ve tê qedexekirin û wiha berdewam kir: “Her çend bê qedexekirin jî em ji gund û zozanên xwe venaqetin.”

'Ji bo Geverê didoşê'

Medîne Bellier jî bibîr xist ku ew di navbera 30-40 kiloyan şîr didoşin û ji şîrê didoşin jî penêr û mast çêdikin. Bellier da zanîn ku ew şîrê demên dawîn de didoşin ji bo jinûve avakirina Geverê didoşin û bi van gotinan bangawaziyê li raya giştî kir: “Em çi ji destên me tê dikin. Gel perîşan kirin. Ji bo Geverî careke din vegerin ser axa xwe û mexdûr nebin jî em şîr didoşin. Divê her kes çi ji destên wan tê bike. Zivistana vir zû tê. Heke em dest nedin hev dê Gever zû neyê ser hemdê xwe."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN