DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Têkoşîna 600 hefte ye bênavber didome- DOSYA 1

 
20 Îlon
09:03 2016

Ji Qada Palaza De Mayo ber bi Qada Galatasarayê

NECLA DEMÎR / ZUHAL ATLAN

STENBOL (DÎHA) - Têkoşîna windayan a ku Dayikên Plaza De Mayo yên ku li Arjantînê di 1973-1982'yan de piştî ku nêzî 30 hezar kes hatin windakirin dan destpêkirin, ji bo Dayikên Şemiyê ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo 17 hezar kesên ku hatin windakirin têkoşînê didin bû îlham û 600 hefte ye li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta windayan bipirsin rûdinên.

Piştî darbeyên leşkerî yên li welatan di bin çavan de windakirin û ligel salên ku derbasbûyî hevrûbûna bi heqîqetê û lêgerîna edelatê wekî bû kevneşopiyekî. Li Arjantînê di darbeya 193-1982'yan de generalan rêveberiya welat destser kirin, dema darbeya leşkerî de nêzî 30 hezar mirov hatin windakirin. Dayikên Arjantînê yên ji bo aqûbeta zarokên xwe bipirsin di 13'ê Nîsana 1977'an de di têkoşîna windayan de li Qada Plaza De Mayo tovên yekem avêtin. Dayikên ku bi laçikên xwe yên spî bûn sembola aştiyê ji bo rewşê şermezar bikin kom bûn, Wê demê cuntaya faşîst dayikên ku li qadê kom bûn weke "Dînên Pencşemê" bi nav kir. Dayikên ku her rojên pencşemê li qada herî navdar a Buenos Airesê hatni cem hev aqûbeta zarokên xwe pirsîn û her tişt li ber çavan girtin û heta îro têkoşîna xwe berdewam kirin.

Li dijî qedexeyan li dêran kom bûn

Piştî ku di nava demê de rêveberî veguherî rewşeke asayî li gorî lêkolînên li welat hatin kirin, derket holê ku mirovên hatine windakirin mirine û cenazeyên wan jî hatine tunekirin. Ligel vî agahiyê jî Dayikên Plaza De Mayo ji we demê heta niha ji bo ji generalan hesab bê pirsîn çalakiyên xwe didomandin. Wekî ku di her têkoşînên mafdar de rastî mudaxaleya leşkeran hatin û ji ber hin çalakiyên xwe hatin binçavkirin. Dayikên ku her pêncşemê hatin cem hev ji bo bîranîna berxwedanê biryara meşa 24 saetan girtin û piştî ku di 1978'an de ji ber ku çalakiyên wan hat qedexekirin li dêrê kom bûn. Lê çalakiya dayikan di nava dêrê de asê nema û piştre bêhtir xurt bû.

Kendalên ku cenazeyên zarokên wan hene ji bîr nekirin

Têkoşîna mafdar a Dayikên Plaza De Mayo piştî salan encam da û darbekar ji 1990'an pêve dest bi îtirafan kirin û sûc avêtin li stûyê hev. Hate îtirafkirin ku di bin çavan de derzî li girtiyan xistin, ji helîkopterê avêtina deryayê, zarokên şoreşgerên ku hatine windakirin dayîna malbatên efseran û bi vî rengî bi hezaran zarok li hembeza kujerên dayik û bavên xwe mezinkirin hatin îtirafkirin. Di encama têkoşîna Dayikên Plaza Mayo, Serfermandariya Giştî ya Artêşê mecbûr û ji ber windayan "lêborîn" xwest. Dewlet ji bo ku dayikan ji têkoşînê vegerîne ji parlamenteriyê heta mal u tazmînat dayînê serî li ruşwetê da. Lê dayikan tu caran kendalên ku zarokên wan hatin avêtin ji bîr nekirin.

Dayikên Plaza De Mayo ji bo Dayikên Şemiyê bûn îlham

Têkoşîna Dayikên Plaza De Mayo ya 39 salan cihê xwe di têkoşîna siyasî ya civakî de cih girt. Li aliyê din li axa Tirkiye û Kurdistanê jî bi darbeyên leşkerî ve windahî hatin jiyîn. Li Tirkiye û Kurdistanê piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an windakirin û kuştinên kiryar nediyar dest pê kir. Windakirin di salên 90'an de jî gihîşt asta herî jor.

Têkoşîna ku bi 20 kesan dest pê kir gihîşt bi sedan kesan

Têkoşîna malbata Hasan Ocak ê di 20'ê Adara 1995'an de winda bûbû, da destpêkirin, bi gotina bavê Ocak, Baba Ocak a "Dİvê em tiştekî bikin" ve ji bo hin fikir derkevin holê rê vekir. Komeke ku di nav de rojnameger Nadîre Mater jî di nav de rojên şemiyê fikra li Qada Galatasarayê bi awayeke bêdeng rûniştinê derxist holê û piştre jî bi navê "Dest nede hevalê min" dest bi rûniştinê kir. Malbata Ocak û koma ku ji 15-20 kesan pêk tê her rojên şemiyê di çalakiya ku pankart û slogan tunebû hatin cem hev û her hefteyê çîroka windayeke hate xwendin. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê, endamên wê, aktîvîstên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyên rûniştinê yên şemiyê bi vî rengî jî "Dayikên Şemiyê" derketin holê. Navê ku hate dayîn ji aliyê kesên ku çalakî pêk anîn ve na ji aliyê çapemeniyê ve hate bikaranîn û raya giştî jî ev nav qebûl kir. Di 27'ê Gulana 1995'an de çalakiya ku bi 15-20 kesan ve dest pê kir îro bi gihiştiye bi sedan kesan.

Ji ber pêkûtiyan 10 sal navber hate dayîn

Çalakiya ku di 1995'an de dest pê kir li Stenbolê cihên cuda yên Stenbolê jî dest pê kir. Li Altiyol a Kadikoyê, Qada Azadiyê ya Bakirkoyê û li ber Lîseya Galatasarayê... Di nava demê de çalakiyên li Kadikoy û Bakirkoyê bi dawî bûn çalakiya li Qada Galatasarayê di 1999-2009'an de ji ber êrîş, binçavkirin, şîdeta polîsan zêdetir bû 10 salan navber hat dayîn û ligel 10 salên ku navber hat dayîn 600 hefte berdewam kir.

Di salên ku têkoşînê dest pê kir ji malê xatir dihat xwestin û derdiketin

Di salên ku têkoşînê dest pê kir çûyîna Qada Galatasarayê wekî îhtîmala windakirinê dihat dîtin û dema ku ji malê derdiketin xatir dihat xwestin û her tişt li ber çavan dihat girtin. Têkoşîna ji bo windayan wan salan encam jî da û piştî çalakiyan hejmara windayan jî kêmtir bû. Gelek kesên ku dihatin çalakiyê ligel ku di lîsteya kuştinê ya di dewletê de cih digirtin jî dîsa jî piştgirî dan têkoşînê. Di çalakiyên ku ji 1995'an heta niha tên lidarxistin de xizmên windayan ji bo ku balê bikişînin 17 hezan windayan û kuştinên kiryar nediyar di 17-31'ê Gulanê wekî "Hefteya Têkoşîna li dijî Windayan a Navneteweyî" bi nav kirin û bi bernameyên cud be cur lêgerîna xwe ya edaletê didomînin.

Bûn mexdûrên pêvajoyên OHAL'ê

Xizmên windayan di têkoşîna xwe de dema darbeyên leşkerî re rêveberiyên awarte û OHAL'ên ku hatine îlankirin gelek mexdûr bûn. Tirkiyeya ku piştî darbeya 1980'an bi rastiya "windakirinên di bin çavan de" rû bi rû ma, bi salên 1990'an de bi OHAL'ê re ji bo zêdebûna windayan jî bingehek ava kir. Di raporên ÎHD'ê de hatiye diyarkirin ku ji ber ku di dema OHAL'ê re ji bo windayan serlêdan nehatine kirin hejmarên ku tê dayîn, hejmara rastî tam nîşan nade li gorî serlêdanên 8 salên dawî hatine kirin di çarçoveya xebatên ÎHD'ê û hin saziyan binçavkirinên di bin çavan de 520 in û li gorî salan jî wiha ye: Di 1991'an de4, di 1992'yan de 8, di 1993'an de 36, di 1994'an de 229, di 1995'an de 121, di 1996'an de 68, di 1997'an de 45, di 1998'an de jî 9 kes hatin windakirin.

Bi têkoşînê hejmara windayan kêm bû

Di 1994'an de windakirinên di bin çavan de zêde bû, di 1992-1993'yan de li herêma OHAL'ê li şûna kuştinên kiryar nediyar di 1994'an de ji windakirinên di bin çavan de hişt. Piştî ku têkoşîna Dayikên Şemiyê de 27'ê Gulana 1995'an de dest pê kir ve hejmara windakirinên di bin çavan de jî kêm bû.

Dayikên Şemiyê piştî 15'ê tîrmehê OHAL jî girtin rojeva xwe

OHAL a ku li tevahiya welat nehatiye îlankirin li bajarên Kurdistanê "operasyonên li dijî PKK'ê" hincet hatin nîşandan û xistin dewreyê. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê jî dirêjkirina rojên di bin çavan de bi OHAL'ê re kirine 30 roj, ev yek li ber çavan hat girtin û Dayikên Şemiyê ev girtin rojevê.

Sibehê: Di dîroka windayan de navên ku bûne sembol- Têkoşîna ku malbatan dane)


(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN