ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Têkoşîna windayan a ku Dayikên Plaza De Mayo yên ku li Arjantînê di 1973-1982'yan de piştî ku nêzî 30 hezar kes hatin windakirin dan destpêkirin, ji bo Dayikên Şemiyê ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo 17 hezar kesên ku hatin windakirin têkoşînê didin bû îlham û 600 hefte ye li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta windayan bipirsin rûdinên.
* Li gundê Tiloran a Geverê 35 bêrîvanên her roj diçin zozanên ku ji aliyê dewletê hatiye qedexekirin, bi qezenca şîrê didoşin piştgirî didin înşaya navçeyê.
* Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku çeperên gelê kurd bi têkoşîna 40 salan bi destxistiye dê bi berxwedanê ji tayînkirina qeyûmê bistîne.
* TIR'ên MÎT'ê ku bi alîkariya çek û lojîstikên rêxistinên terorê tên nasîn, dîsa di ser sînorê Hatayê re derbasî herêma Sûriyê bûn. Ajokar K.M., ku demek dirêje li ser vê rêgehê bar dikişîne, diyar kir ku herî dawî di 8'ê Îlonê de li ser rêya D827 a Kirikhan-Reyhanli rastî TIR'ên MÎT'ê hat.
* Ji 150 zarokên ku di sala 2014'an de ji dema ji Helebê vedigeriyan Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve li Minbicê dîl hatibû girtin Amed Nassan piştî serbest hat berdan, diyar kir ku DAIŞ'ê ew li Minbicê dîl girtin, lê piştî Minbic hat rizgarkirin êdî ew weki minbicê azad e. Nassan, ku li Minbicê dîl hat girtin û xwe xwe ji destê DAIŞ'ê rizgar kir hat Dîlokê û wekî Minbicê azad e.
* Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan têkildarî kedkar û xebatkarên di hewldana darbeyê de ji kar hatin girtin axivî û diyar kir ku kesên kurd, elewî û demokrat hedef hatin girtin.
*Li bajarên Kuristanê gelek dibistan û nexweşxane hatin xerakirin û li şûna wan qereqol hatin avakirin. Lê piştî qereqol ên leşker û polîsan di nava bajar de hatin avakirin, ji ber ku rastî êrîşan hatin derdorên qereqolên xwe bi dîwarên beton ên 4 metre bilind û 40 cm stur pêçan û di nava betonê de veşartin.
* Hikûmeta AKP'ê ya ku hewldana darbeyê hincet nîşan da û li dijî kurdan nêçîra pirhebokan daye destpêkirin piştî tasfiyekirina kedkarên cemaweriyê, akademîsyenan niha jî xwendekarên kurd ji zanîngehan dur dixin. Tenê li DTCF'ê 40 xwendekar ji zanîngehê hatin durxistin.
* Şaredariya Westanê ya AKP'ê riyên taxên ku deng dane wan bi kevirên parkeyê ve daye çêkirin lê taxa Selîmiye ya ku bi piranî welatiyên welatparêz dijî jî terkî qedera xwe kir.
* 2'yemîn rûniştina doza nûçegîhanê ajansa me DÎHA Feyyaz Îrmak û 13 xwendekarên Zanîngeha Akdenizê dê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê bê dîtin. (11:00)
* Odeya Tabibana Stenbolê dê rapora Koma Çavdêriya Hekiman a piştî OHAL'ê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (12.30) BI DÎMEN E
* Encamên serlêdanên ketin pêşirga Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter diyar bibin û bi raya giştî re bê parvekirin.
* Rewşenbir û rojnamegerê Kurd Musa Anter dê di pêşengiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad de ji aliyê şagirtên xwe ve li semsa Seyrantepe ku di 20'ê Îlona 1992'an de lê hatibû qetilkirin bê bibîranîn. (10.30) BI DÎMEN E
* KCD, DBP, HDP, Egîtîm Sen, KURDÎDER dê beriya çalakiya ku dê bi slogana "Em xwedî li zimanê dayikê derdikevin û feraseta asîmîlasyonê qebûl nakin" bê lidarxistin li avahiya DBP'ê ya Wanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) BI DÎMEN E
* Platforma Şaxên KESK'ê yê Wanê ji bo şermezarkirina ji peywirgirtina endamên Egîtîm Sen'ê dê li Parka Feqiyê Teyran a daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
(17.00)
* Ji bo şermezarkirina qeyûmên hatin tayînkirin dê li Îdirê daxuyanî bê dayîn û çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. (12:00)
* Rojnameger Ayşe Duzkan û Ragip Duran ên ku ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê bûn "Gerînendeyê Weşanê yê Giştî" û der barê wan de doz hate vekirin dê doza wan li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
* Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê di di meha 14'emîn a qatlîama Pirsûsê de li Halîtagaya Kadikoyê bi daxwaza edeletê bên cem hev. (18.00) BI DÎMEN E
JIN
* Jinên ku di bin baneya Kooperatifa Keda Jinê ya Şaredariya Elbakê de kom bûn, dê hilberîn û berhemên keda xwe bi destê xwe li Xana Jinê bazar bikin û bifiroşin.
POLÎTÎKA
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, berî civîna Meclîsa HDP'ê dê li salona Navenda Giştî civina çapemeniyê pêk bîne. (10.00) BI DÎMEN E.
ABORÎ
*Mêşvanên hingiv ên li gundê Xanuşagî yê Pilûrê mêşan xwedî dikin bi hatina payizê re dest bi komkirina hingivê kewarên mêşan kirin. Mêşvanên ku mêşan di kewarên axînî de xwedî dikin bi tam û ekla hingivê xwe navdar in.