HDP bi heyetek mezin diçe Herêma Federal a Kurdistanê

ENQERE (DİHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî di navde bi heyetek fireh diçe Herêma Federal a Kurdistanê. Di planê de hevdîina bi Serokê PKDK'ê Mesut Barzanî jî heye.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî di navde HDP, bi heyetek fireh ji bo ziyareta 4 rojan diçe Herêma Federal a Kurdistanê. Di planê de hevdîina bi Serokê PKDK'ê Mesut Barzanî jî heye. Heyet dê li gel Barzanî gelek sazî û dezgehên din jî ziyaret bike. Endamên heyetê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehatîn Demîrtaş, Fatma Kurtulan, Nadir Yıldırım, Osman Baydemir, Besime Konca, Îmam Taşçier, Celal Dogan dê ziyareta 4 rojan pêk bînin. Heyet dê li Hewler û Sileymaniyê ziyaretan pêk bine. Li bendê ye ku di 21'ê Îlonê de bi Mesut Berzanî, di 22'ê Îlonê de bi Neçirvan Barzani dirojên din de bi nûnertiyên HDP, YNK, Goran re hevdîtin pêk bîne.
(mae)