DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Riya Nisêbîn û Mîdyadê ev 3 roj in girtiye

19 Îlon
16:53 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Riya Nisêbîn û Mîdyadê ya Avaspî piştî kontrola gerîlayên HPG'ê ya berî sê rojan hatiye girtin û ev 3 roj in hatin û çûyîn hatiye qedexekirin.


Gerîlayên HPG 3 roj berê rêya navçeya Nisêbîn û Mîdyadê ya Mêrdînê xistibûn bin kontrola xwe. Piştî kontrolkirina rê cenermeyan ketin û derketina rê girtin û operasyon li heremê dan destpêkirin. Ev 3 roj in rê ji hêla leşkeran hatiye girtin û nahêlin rêwî biçin û bên.

Welatiyên xwestin biçin Avaspî û Mîdyatê ji hêla leşkeran hatin astengkirin bertek nîşanî leşkeran dan.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN