'Çawa hatin dê wisa biçin'
MÊRDÎN (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, di çalakiyên şermezarkirina tayînkirina qeyûmên şaredariyên Dêrik û Şemrexê de diyar kir ku qeyûm çawa hatin dê wisa biçin.
Çalakiyên li ber şaredariyên Dêrik û Şemrexê yên ji bo şermezarkirina tayina qeyûman didomin. Hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê li gel wekîla HDP'ê Gulser Yildirim li Parka Ahmet Kaya kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Di çalakiyê de endam û rêveberên DBP, HDP'ê yên Mêrdîn jî amade bûn. Komê li parkê çalakiya rûniştinê anî û qeyûm şermezar kir. Di çalakiyê de Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Aslan, diyar kir ku 24 kesên nasnameya wan nediyar vîna gel û şaredariyên DBP'ê dagir kirine. Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî anî ziman ku ev di dîroka Tirkiye de rojek reş e û wiha got: "Em dê bi têkoşîna xwe van rojên reş bi dawî bikin."
Li navçeya Şirnexê jî gelê Şemrexê 9 rojin li ber avahiya Şaredariyê nobetê digirin. Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim, anî ziman ku bi qeyûm û dagirkirinê nikarin tu carî vîn û têkoşîna gelê kurd tune bikin. Wekîla HDP'ê Gulser li vir jî anî ziman ku şaredariyên wan ji aliyê hêza dewletê ve hatiye dagiririn û vîna gel tu carî vê zordariyê qebûl nake.
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê berdewam kir.
(mae)