Bijartiyên Wanê tayîna qeyûman şermezar kir
WAN (DÎHA) - Hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyên DBP'ê yên Wanê tayînkirina qeyûmê ya şaredarên DBP'ê şermezar kirin û xwest AKP destê xwe ji şaredariyên wan bikişîne
Hevşaredar û rêveberên HDP û DBP'ê bi armanca tayînkirina qeyûmê ya şaredariyên DBP'ê şermezar bike li Kolana Hûnerê a Rêya Armûşê çalakî pêk anî. Di daxuyaniyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevşaredar, endam û rêveberên DBP û HDP'ê, endamên meclîsê, personelên şaredariyan jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girsê di çalakiyê de pankarta "Derbeyê Qeyûm nas nakin, Em bijartiyên xwe dixwazin" û dovîzên "Dest nede vîna min", "Qayûm Derbeye" vekir. Di çalakiyê de dirûşmeyên " Dizek AKP, Destê xwe ji şaredariyên me bikşîne" û " Bi berxwedanê serbikevin" hat berzkirin. Hevserokê DBP'a Wanê Murat Sarisaç diyar kir ku îktîdara AKP'ê bi operasyonên qirqirina siyasi û qetlîaman bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin û herî dawî bi hêza polîs û leşkeran şaredariyên wan desteser kirin. Gelê Kurd dema borî de çawa ku serî li hember dagirkerana ne tewand, îro jî serî natewîne. Em ê li hember derbeyê Qayûme di nav tekoşînê de bin. Em ê tekoşîna xwe bi domînin."
'Divê gelê Kurdistanê dakevin qadan'
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî destnîşan kir ku bi salane rastî hemû zextên dijwar tên û wiha got: "Gelê kurd tu carî li hemberî van zextan serî netewandiye. Îktidara AKP li Wanê 4 û bi giştî 24 şaredariyên DBP desteser kir. Serokomarê Tirkiye Erdogan piştî 15'ê Tîrmehê li dijî gelê kurd biryara darbeya siyasî da. Divê Gelê Kurdistanê li dijî vê darbeyê dakeve kolanan û heta vîna xwe ji destê AKP'ê bigire têkoşîna xwe berdewam bike."
Girsê piştî daxuyaniyê 15 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî û siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.
(era/mae)