'Heta gelê Artvinê biryar nede doz naqede'
RÎZE (DÎHA) - Parazvanên mafên jiyanê û parêzerê doza Cerattepe, biryara heyeta dadgehê li ber edliyê şermezar kirin.
Doza biryarê Cerattepeyê ya li Artvînê ku ji bo petalkirina rapora erênî ya ÇED'ê ya ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve hatiye dayîn, li edliya Rîze hat dîtin. Di rûniştina biryarê de parêzerê Komeleya Artvina Kesk, diyar kir ku heyeta dadgehê nikare biryara serbixwe bide û heyeta dadgerê red kir. Piştî xwest heyeta dadgehê bê guhertin salona dadgehê terk kir. Piştre parêzerê dozên û parazvanên mafên jiyanê li ber edliya Rîzeyê helwesta heyeta dadgehê şermezar kirin û daxuyanî dan çapemeniyê.
Mafê edaletê hat îhlalkirin
Parêzerê Komeleya Artvîna Kesk, Bedrettin Kalin diyar kir ku heta niha gelek caran hat vê dadgehê, lê tu carî pirsgirêk nejiya û wiha got: "Gelê Rîze her dem em bi mevanperweriyek baş pêşwazikirin. Yekem car Waliyê Rizeyê daxuyaniya me asteng dike. Ji ber biryara walî em nikarin daxuyaniyê bidin. Ez dê tenê agahiyê bidin we. Heta em hatin Rîzeyê em 5 caran di lêgerînê re derbas bûn. Em wekî parêzer hatin, lê muwekilên me tev ji ber lêgerînê di rêyan de man. Ev jî niyan dide ku mafê gihandin, parastin û edaletê tune ye. Ji ber vê yekê me heyeta dadgehê red kir.
Herî dawî Wekîla CHP'ê Zeynep Altınok, anî ziman ku ew ji bo mafê parastina xwezayê hatin Artvînê û wiha got: "Heta ku gelê Artvînê nebêje ev doz qediya û biryarê nede ev doz naqede.
Beşdarên dozê bêyî li benda biryarê rawestin ji Rizeyê veqetiyan û çûn Artvînê.
(mae)