Cenazeya gerîlaya YJA Starê hat definkirin
MÊRDÎN (DÎHA)- Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Sadiye Aygun a li gundê Ribeniye ya Sîlopiyê hatibû qetilkirin li Nisêbînê hat definkirin.
Nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê yên li li gundikê Nîhala Koça ya gundê Ribeniye ya navçeya Sîlopiya Şirnexê hatibûn qetilkirin ya yekî hate teşhîskirin. Cenazek aydî gerîlaya YJA Starê Sadiye Akgun (Marya Umut) e. Cenazeyê Akgun a ji Saziya Tiba Edlî ya Deriyê Sînor ê Xabûrê hat wergirtin anîn Nisêbînê.
Li Goristana Morîs gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Akgun bi dirûşman hate definkirin û hate hînbûn ku sersaxî dê li Stenbolê bê qebûlkirin.
(sa)