24 sal şûn ve dê serî li îfadeya şahidan bidin
AMED (DÎHA) - Di çarçoveya doza Musa Anter de dê Seroka Daîreya Turîzm û Mîraseya Çandî ya Şaredariya Amedê Nevîn Soyukaya û nivîskar Samet Aydin wekî şahidê bûyerê îfadeya wan bê girtin.
Di doza zanayê kurd Musa Anter (Apê Musa) de yê ku di 20'ê îlona 1992'yan de li Seyrantepeya navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin geşedanek nû derket holê. Doza ku bêhincet ji Amedê şandin Dadgeha Cezayên Giran a 6’emîn a Enqerê, li ser daxwaza Dadgeha Enqereyê ji bo îfade dayînê wek şahidên bûyerê bang li Seroka Daîreya Turîzm û Mîrateya Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nevîn Soyukaya û nivîskar Samet Aydin hat kirin.
Dê Soyukaya û Aydin îfade bidin
Hat hînbûn 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê bi telîmatê ji 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê daxwaz kiriye ku Soyukaya û Aydin îfade bidin. Hat zanîn ku Soyukaya û Aydin dê di 21'ê îlonê de li Amedê ji bo doza Anter îfade bidin. Soyukaya bi rêya telefonê derbarê îfade dayînê de agahî da ajansa me û anî ziman ku ew di 20’ê îlona 1992'an de di Mîhrîcana Çandê de peywîrdar bûye û got ku piştî 24 salan serî li îfade dayîna wê balkêş e.
Doza Musa Anter ya 3’emîn ku bi doza JÎTEM'ê ve hat girêdan dê di 26'ê îlonê de li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê bê dîtin.
(ozp/bg)