DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê li dijî qeyûman dakevin qadan

 
19 Îlon
14:51 2016

EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê saziyên kurdan li dijî tecrîd û qeyûman ji 23'ê îlonê pêve li qadan bin.

Li Edeneyê saziyên kurdan ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman li avahiya HDP'ê ya Seyhanê daxuyanî dan. HDK, KJA, HDP, NÇM, TUHAD-FED, KURDÎ-DER û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê diyar kir ku çalakiya nobeta ku di 14'ê tebaxê de li Edeneyê dabûn destpêkirin veguherandine çalakiya dengderxistinê û xwest hemû kes xwedî li çalakiye derkevin.

'Em ê ji bo Ocalan di çalakiyê de bin'

Bayaz bilêv kir ku AKP bi OHAL'ê re li dijî hemû beşên civakê şer vekiriye û qeyûm li şaredariyan hatine tayînkirin, operasyonên siyasî zêde bûne û kedkarên cemaweriyê hatine tasfiyekirin. Beyaz wiha axivî: "Li dijî tayînkirina qeyûman û ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin ji 23'yê îlonê pêve em dest bi çalakiya dengderxistinê û vemirandina lambeyan dikin. Em vî çalakiyê wekî mafekî demokratîk û rewa dibînin. Em bang li hemû kesan dikin ku tevlî çalakiya me ya demokratîk bibin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN